ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>

Pirtûkên Seîdê Kurdî ji aliyê du wergeran ve bo Kurdî hatin wegerandin û di nav dezgehên Weqfa Zehra de hatin çapkirin. Seîdê Kurdî yê ku ji navê wî jî nasnameya wî ya netewî diyar dibe, alimekî mezin ê Kurd e û gelek berhemên olî li dû xwe hiÅŸtin. Wi dogot ku, “Ez bi Kurdî difikirim lê bi Tirkî dinivisîm.”
Berhemên wî ligel ku heta niha li çil zimanî hatibûn wergerandin jî, heta demeke nêzîk li Kurdî nehatibûne wergerandin. Ev kêmasî bala du wergerên Kurd
(Ayhan Meretowar û Merdan Newayî) dikişîne û dest bi wergerandina berhemên Seîdê Kurdî dikin.
Yek ji wergêrê berhemên Seîdê Kurdî, Merdan Newayî di derbarê sedema wergerandina berhemên Seîdê Kurdî de wiha dibêje: “Ji bo ku em xwe ji ÅŸerm û berpirsiyariya netewî û manewî xelas bikin, da ku em li wê dinyayê bikaribin li rûyê Seîdê Kurdî binêrin em ketine vê riyê û me dest bi van wergeran kir. Hindik maye hemû mirovahî ji berhemên Seîdê Kurdî sûdê wergirin, îcar ku sêwiyên Bedîuzzeman Kurd ji van berheman bêpar bimînin rewa ye!”
Derbarê dijwariya wergerê de jî her du wegêr jî diyar dikin ku ew zêde tengasiyê nakişînin; ji ber ku her çiqas berhem bi tirkî hatibin nivisîn jî bi hişê kurdî hatine fikirîn û lêkirin. Mînak Bedîuzzeman gelek gotinên kurdî bêyî ku gotineke tirkî di cihê wê de bikarbîne, rasterast wergerandiye tirkî, ev yek jî wergerê hêsan dike.
Li ser pirsgirêka guhartina di berhemên tirkî de hatine kirin jî, Newayî diyar kir ku wan xwe gîhandine tekstên orjînal û çi navên wekî “Kurd”, “Kurdî” û “Kurdistan” ku ji berhemên tirkî hatine derxistin, di wergera kurdî de li cihên wan hatine danîn.
Berhemên Seîdê Kurdî yên ku ji alî Ayhan Meratowar û Merdan Newayî ve li Kurdî hatine wergerandin, ji Weqfa Zehra’yê bi Kurdî çap bûne:
1) Munazarat (Werger Ayhan Meratowar, 2010)
2) Dîwana Herba Urfî (Werger Merdan Newayî, 2010)
3) Mûcizeyên Ehmedî (Werger Ayhan Meratowar2009)
4) Xutbeya Şamê ( Werger Ayhan Meratowar, 2010)
5) Mûnacat (Werger Ayhan Meratowar, 2010)
Û berhema bi navê “Asar-î Bedîiye” (Berhemên Bedî’î) jî , ku ji gelek berhemên berhevkirî pêk hatiye li ber çapê ye.
Jêder: wejeuziman.com
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...