Demirtaş: Gelo wê bi amadekariya şer hêsir bi dawî bibin?
Demîrtaş li ser nakokiyên di axaftina Serokwezîr Erdogan de jî rawestiya û Erdogan wekî "1?emîn Siltanê Nakokiyan" bi nav kir. Demîrtaş herî dawî balkişand ser gorên komî (tomerî) û got: "Heya rastiya gorên komî neyê zanîn, coşa gel ya li hemberên kesên ji haburê hatin jî nayê fêmkirin."
Hevserokê BDP?ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma partiya xwe de geşedanên siyasî ên dawî nirxand. Demîrtaş di destpêka axaftina xwe li ser konferansa "Em hemû bi hev re makezagona me ya hemûyan çê dikin" rawestiya û da zanîn ku dê encamnameya konferansê esas bigrin û riya xwe diyar bikin.
Demîrtaş, daxwaza xwe ya "Ji bo makezagonek demokratik, sivîl û nû divê temsiliyeta di meclisê de bilind be" anî ziman û xwest bendava hilbijartinê bê rakirin. Demîrtaş da zanîn ku Ruşen Aslan ji ber fikir û ramanê xwe 10 sal ceza xwariye û wiha got: "Êdi rewşekî wiha de kê dê makezagona nû niqaş bike. Serokwezîr di serê xwe de makezagonê zelal kiriye tenê formaliteyên çêkirina wî mane. Lewma ji bo makezagonek demokratîk divê herkes beriya hilbijartinê dest bi niqaşê makezagonê bike. Niqaşên li ser makezagonê ên piştî hilbijartinê dê bi Tirkiyeyê bide windakirin."
Demîrtaş cezayên ku derheqên Pinar Sag û Ferhat Tûnç de jî hatiye dayîn şermezarkir û wiha got: "İbrahîm Kaypakkaya ji ber îşkenceyê hatiye kuştin. Kes bi pey kujerên wî nakeve lê yê ku navî tînin ziman ceza dixwin."
REWŞA JINAN DI DEMA AKP?Ê KAMBAX BÛ
Demîrtaş der barê rapora jinan ya Navenda Giştî ya Statuya Jinan de axivî û got ku ji vê raporê jî derdikeve ku AKP di her sernavekî de di polê de maye. Demîrtaş gotina wekî, "AKP ji vê encamê aciz nabe, dixuyê ku AKP jinek wiha dixwaze. Bila li mala xwe runê, 3 zarokan çêke" anî ziman û li ser nexwandina jin û keçên Kurdan jî sekinî.
Demîrtaş, daxuyand ku derdê AKP?ê ew e ku jinên Kurdan asîmile bike, zimanê wan qedexe bike û wiha bilêv kir: "Li gorî raporê di sala 1990?î de hejmara jinên ku dixebitin ji sedî 34?e lê di sala 2002?iyan de ketiye ji sedî 29?an û di dema AKP?ê de jî ketiye ji sedî 25?an." Demîrtaş, istatistikên din jî da û wiha pêde çû: "Heya AKP li ser kar bibîne dê ev rewş xirabtir bibe. Derdê AKP?ê ya azadiya jinan tuneye, Ji ber xizaniyê li ber walitiyan bi hezaran jin hev di perçiqînin lê waliyek jin jî tuneye. Ev rastiya AKP?ê ye."
REWŞA MAMOSTEYÊN BI RÊKEVTIN KAR DIKIN RÛREŞÎ YE
Demîrtaş der barê rewşa perwerdahiyê de jî axivî û da zanîn ku rewşa mamosteyên bi peyman-name ji bo Tirkiyeyê rûreşiyek mezin e. Demîrtaş, derbirî ku bi salane ji van kesan re soz tên dayin lê bi cîh naanî û wiha dirêjî da axaftina xew: "Êv mamoste nikarin ji 30 rojan zêdetir rapor bistînin. Metîn Kurtçu, li Yozgotê ji berk u penceşêra (kansera) xwînê ye nikaribû ji 30 rojan zedetir rapor bistîne û peyamnameya wî hate feshkirin. Ev hevalên me yê hêja jiyana xwe ji dest de. Em rihmetê ji rê dixwazin." Demîrtaş derbirî ku derbarê rewşa mamosteyên bi peyamname de xebatên xwe li meclîsê bidomîn in.
?JI BO ENCAMA SERHILDANÊ GEL BÊ DENG MA?
Demîrtaş, geşedanên Rojhilata Navîn jî nirxand û wiha lê zêde kir: "Sedema vê bêdengiyê heye. Ji ber ku li cem serdestan cih bigere bê deng ma. Ger ku Mubarek bi ser biketa dê bigota ?hevalbendê min Mubarek piroz be? Lê aliyê din sedema bêdengiya wî têkiliyên Tirkiyeyê ya bi van welatan re ne. Tê bêjî qey Mubarek duh bû dîktator. 30 sa lin wisa ne. Suriye 30 sal in wiha ye. El Beşîrê ku li cîhanê wekî diktator tê nasîn hûn li vir mêvan dikin û wî bi gotina ?hevalbendê min Elbeşîr? hembêz dikin."
Demîrtaş, derbirî ku di navbera salên 2007-2010?an de 30 kes li sinor ji aliyê leşkerê Îran û Tirkiyeyê ve hatiye kuştin û wiha got: "Çima deng dernaxin? Ji ber ku şirîk in. Binê beroşa te bi tetenî yê, ya min ji bitenî ye. Lewma li hemberê Mubarek bêdeng ma. Niha dît ku kursiya Mubarek diheje piştre daxuyanî da. Divê di serî li hemberê gel cîh bê girtin."
1?EMÎN SILTANÊ NAKOKIYAN ERDOGAN
DemîrtaÅŸ gotina Serokwezîr ya wekî, "Em ji xwe re çi bixwazin ji gelên bira re jî heman tiÅŸtê dixwazin" bi bîr xist û wiha domand: "Niha pirsgirêka Kurd tê bîra mîrov. Gelo hûn çima heman tiÅŸtî ji bo gelê Kurd nexwazin? Divê der barê berovajîkirinê de mirov xelatê bide Serokwezîr. Gelê Kurd guherîn û veguherînan dixwaze. Gelê Tirkiyeyê guharînan dixwaze. Di dema AKP?ê de guhertina zagonan 254 kes hatin kuÅŸtin. ‘ÅžoreÅŸ’a AKP?ê ev qas e. ‘ÅžoreÅŸ’a AKP?ê niha derguşê xwe dixe. Yê ku vê yekê fêm nekirin bila bi derdê xwe biÅŸewitîn."
Demîrtaş, da zanîn ku Serokwezîr niha ser alîgirê xwe jî reşkiriye û got ku Serokwezîr pergela yek mirovîyê dixwaze. Demîrtaş Serokwezîr jî wekî "1?emîn Siltanê Nakokiyan Erdogan" bi nav kir û daxuyaniya Serokwezîr ya derbarê asîmilasyonê de bibîrxist û got ku li Almanyayê asîmilasyonê wekî suçê mirovahiyê bi nav dike li aliyê din ve jî din ve jî li Tirkiyeyê asîmilasyonê diparêze.
Demîrtaş got kul i gel gotinên serokwezîr ên wekî aştiyê, ji aliyê din ve jî amedekariya şer tê kirin û standina helîkopteran, balefiran bi bîrxist û wiha pede çû: "Gotinên aştiyê ji bo xapandina gel e. Amedekarî ya şer e. Ka we digot dê ev zarok ji çiya bên xwarê dayîk dê negirîn?"
Demîrtaş derbirî ku Serokwezîr projeya wan a Xweseriya Demokratîk wekî "provakasyon e, tezgahek qirêj e" bi navkiriye û pêşî li niqaşên derbarê mijarê birîye û got: "Niha wekî pêşniyaza me pêşniyazek dike û Serokatiyê dixwaze. Dibêje bila gelê min niqaş bike bizanibe ka Serokatî çiye çi nîne. Çima hun pêşiya xweseriya demokratîk digrin bila gel bizanibe ka çiye çi nîne. Bi heman awayê bendava hilbijartina di parêze. Serokwezîr îtiraf dike dibêje bendava hilbijartinê nebe em bi tena serê xwe nikarin bibin iktidar. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd didome lewma xwendekar li ser piya ne. Ev nakokiyek mezin e serokwezîr xwe bi bendê Kenan Evren re girê daye."
HEYA RASTIYÊ GORÊN KOMÎ NEYÊN ZANÎN COŞA XABÛRÊ JÎ NAYÊ FÊMKIRIN
Demîrtaş, li ser nirxandina serokwezîr ya rêzefilma "Muhteşem Yuzyıl" (Sedsala Nayab) rawestiya û got ku Serokwezîr ji aliyekî ve dibêje, "Min temaşe nekiriye lê ev rêzefilm heqarêtê li diroka me û ecdadê me dike, em van yekan qebûl nakin, civan tên xapandin" û wiha domand: "Madem tu li hemberê ecdadê me diroka me evqas hesasî di vê rêzefilmê de gotina Kurdistanê hate derxistin tê çi bertêk bidî. Ji xwe dirok bi aweyek derew hatiye nivîsandin."
Demîrtaş, got ku helwesta hikûmetê ya li hemberê çeteyan jî heman tişte û got ku wan ji bo buyerên tarî bên ronîkirin bi dehan car giştîname dane lê AKP?ê vana red kiriye." Demîrtaş anî ziman ku dê sibê biçin Modanê / Motkiyê û li wir bang li Serokwezîr Recep Tayîp Erdoğan bikin û bêjin; "Ka werîn axaftina xwe ya ku w eli Bosnayê li srebrinistayê kiriye li vir jî bikin." Demîrtaş derbarê gorên komî de axivî û got ku bi dehan gorên komî li heremê hene yek bi yek krokiyên wan dizanin û dê di rojên pêş te ji bo ku ev bên vekirin dê serî li cîhên berpirsiyar bikin. Demîrtaş xwest ku Tirkiye bi pêşe roja xwe re ru bir û bîmîne û wiha domand: "Divê raya giştî ya Tirkiyeyê bizanibe ka ev mirov çima hatin kuştin çima di gorên komî de hatin veşartin. Ger ku ev yek neyê zanîn nikare coşa li hember3e hatina kesên zindî ku ji haburê hatin fêm bike." Demîrtaş bang li malbatên windaya kir da kû ew beşdarê çalakiya mutkiyê bibin. Demîrtaş herî dawî piştgirî da meşa kedkaran ya KESK, DİSK, TTB û TMMOB?ê ya li hemberê pêşnûmeya turik û got ku dê li meclisê bibin berdevkê wan.
ANF NEWS AGENCYDîroka girtina ser: 01.02.2011 22:56:57
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...