?Bi îslama siyasî dixwazin kurdan tune bikin? ?BI ÎSLAMA SIYASÎ DIXWAZIN KURDAN TUNE BIKIN?

?Bi îslama siyasî dixwazin kurdan tune bikin?




Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan roja ÃŽnê hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Ocalan di hevdîtinê de bal kiÅŸand ser serbest berdana endamên Hîzbûllahê, got “Ez hewl didim mijara Hîzbûllahê biÅŸopînim. Çawa dibe, çawa dikarin vê yekê bi Amedê bikin! Çawa dibe ku Amed destûrê dide vê yekê? Ev kujer, hov û kesên ku cînayetên hovane pêk anîn -cesedên mirovan di newalan de, ji bin erdê dihatin derxistin- serbest berdidin û bi govendan di asta pîrozbahiyê de pêşwazîyê li wan dikin. Ev tiÅŸt tev li Amedê pêk tên. Amedê bi deh hezaran zarokên xwe dan. Li wir ciwanên me bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Ez fêm nakim, gelê wir zana ye, lê diyar e ku rêxistin nabe, pêşengî ji bo wan nayê kirin!"

?NE TESADUF E?

Ocalan serbestberdana endamên Hîzbûllahê jî mîna mijareke ?ne tesadufî? dît û ew wek amadekariya ?hin tiştan? rave kir: "Serbestberdana van kesan a bi vî rengî ne tesaduf e, dibe ku amadekariya hin tiştan dikin. Ev mirov ne sûçdarên ji rêzê ne. Heger di nav yên me de kesên ku hovîtiyên bi vî rengî kiribin hebin bila wan jî bernedin. Bûyera Konca Kuriş (rojnamevaneka jin a dîndar) hê nehatiye jibîrkirin. Tê zanîn wan jinik çawa kuşt. Bawer dikim nêrînên wê yên femînîstî yên cuda hebûn. Ya rast di şexsê Konca Kuriş de hemû jin hatin qetilkirin."

ARTÊŞA TAYBET JI BO KÊ YE??

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan hewldanên hikûmeta AKP?ê yên ji bo sazkirina artêşa taybet a ji 50 hezar kesan pêkhatî jî anîn rojevê û got nirxandinên wî yên derbarê parastina xweser de jî şaş hatine fêmkirin. Ocalan wiha axaft: "Bawer dikim tiştên derbarê Xweseriya Demokratîk de şaş hatin fêmkirin. Siyasetmedarên me jî mijarê şaş digirin dest. Di cîh û di dema wê de, tiştê pêwîst nakin, nizanin siyasetê bikin. Lewma ez jî ewqasî zehmetiyê dikişînim. Hûn dibînin kujer serbest hatin berdan. Ne diyar e ka ê çi bikin. Dîsa artêşa taybet a 50 hezar kesan tê amadekirin. Ev artêş ji bo kê tê sazkirin. Dibêjin ji bo ?terorê? em saz dikin. Tiştê ku ji ?terorê? dixwazin qal bikin Kurd in, gelê Kurd e. Ev ê bi gelê Kurd re şer bikin. Ji aliyekî ve dibêjin em dixwazin pirsgirêkê bi riya diyalogê çareser bikin, ji aliyê din ve van amedekariyan dikin. Hîzbûllahiyan serbest berdidin. Siyasetmedarên me çima napirsin ka ev artêş ê li dijî kê şer bike? Ev ê li dijî gelê me şer bikin. Di rewşeke wisa de bêgûman gelê me jî ê parastina xweser, parastina rewa bike. Piştî vê yekê jî dema qala parastina xweser tê kirin şaş fêm dikin. Di hiqûqa navnetewî û destûra bingehîn de weke maf heye. Çima ez bi israr qala avakirina Konseyên Bajaran dikim. Parastina rewa têgihiştina xeteran û xwe parastina ji wan e."

?DIVÊ KONSEYA AMEDÊ PARASTINA REWA GUFTÛGO BIKE?

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de pêşniyar kir ku Kongre û Konseya Amedê parastina rewa guftûgo bike. Ocalan got parastina rewa tê wateya têgihiştina plansazî û hewldanên ku ji eniya dewletê û hikûmeta AKP?ê tên meşandin û wiha axaft: "Divê civîn bibe, nîqaş bê kirin û xetera heyî bê dîtin. Dema pêwist dike gelê me derdikeve kolanan, lê çima dema ev kujer serbest tên berdan bêdeng e, çima mitîng, meş nayên lidarxistin? Hemû beşên civakê dikarin di nav Konseya Bajêr a Amedê de cîh bigirin. Bi endamên Hîzbûllahê re jî têkîli dikare bê danîn. Heger şêwazê xwe yê kevn bi kar neynin, ders ji şaşiyên xwe derxistibin, rexnedayina xwe bidin û ji niha û pêde legal tev bigerin ew jî dikarin di Konseya Bajêr de cih bigirin. Lê heger mîna berê tevbigerin wê demê parastina xweser, parastina rewa dikeve dewrê. Dîsa derdorên Odeya Pîşeyiyê û yên din jî divê di Kongre û Konseyê de cihê xwe bigrin. Divê beşdarî guftûgoyan û biryaran bibin. Tenê bi îhalegirtin û pere girtina ji dewletê nabe."

Ocalan careke din bi taybetî li ser modela Xweseriya Demokratîk rawestiya û îdîa kir ku tu têkiliya vê modelê bi modela dewletxwazîyê re tuneye. Ocalan têkildarî rexneyên hin nivîskarên Tirk ên Xweseriya Demokratîk ku mîna modeleke parçabûnê dibînin weha got: "Sîstema me bihêzkirina civaka demokratîk ji xwe re dike hedef. Heger ev derdorên mijarê cûda nîşan didin an fêm nakin parêznameyên min bixwînin dê rastiyê fêm bikin. Bi salane em dibêjin ku çareseriya pirsgirêka bi rêya netew-dewletê nabe."

?DIXWAZIN BI ÃŽSLAMA SIYASÃŽ TEVGARA KURD BIQEDÃŽNIN?

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan li ser planên dewleta Tirk û hikûmeta AKP?ê yên bi rêbaza bikaranîna Îslama siyasî ya ji bo qedandina tevgera Kurd jî sekinî û ev tesbît rêz kirin: "Li Tirkiyeyê çep, bi rêya netewepersitiya MHP?ê hate çewisandin, marjînalkirin. Niha jî heman tiştî dixwazin li hember Tevgera Kurd bikar bînin. Divê ev yek bê dîtin û hişyarbûn hebe. Ev zelal e. Serbestberdana endamên Hîzbûllahê, bi deh hezaran kadroyên melayan, cemaatên li herêmê, avakirana artêşa taybet tev parçeyên vê planê ne. Divê bê pirsîn ka sermayeya li pişt Hîzbûllahê ji ku tê?"

Ocalan herwiha bal kişande ser hewldanên sermayeya navnetewî yên li Tirkiyeyê û têkildarî vê yekê mexdûriya civakê û zirarê digihijin derdorê jî. Ocalan Rêbazên ku modernîteya kapîtalîst bikar tîne jî niha neteweperestî, çînparêzî, olperestî û zanistî rêz kirin û destnîşan kir ku bi van rêbazan kirinên xwe yên kirêt vedişêrin.

YÊN ÇARESERÎ XWESTIN HATIN GIRTIN

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan têkildarî operasyon û doza Ergenekonê jî nirxandinên balkêş kirin. Ocalan got rêjeyeke girîng a kesên ku di operasyonên bi navê Ergenekonê de hatin girtin ji kesên alîgirên çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tên: "Ev nirxandina ku ez ê bikim dîrokî ye û hinekî jî xwe rexnekirin e. Heta niha dihate gotin ku bi darizandinên Ergenekonê hebûnên mîna JÃŽTEM’ê yên di nav Gladyoyê de tên tasfiyekirin. Em jî wisa difikirîn. Lê rastî ne wisa ye. li ser vê mijarê tim difikirim. Di pirtûka Hanefî Avci de jî derbas dibe. Ew jî alîgir e ku ji bo çareseriyê bi min re hevdîtin pêk bê. Niha jî girtî ye û ji doza Ergenekonê tê darizandin. Dîsa yên demên borî ji bo çareseriyê bi min re hevdîtin pêk anîn ji doza Ergenekonê tên darizandin. Li aliyê din beÅŸa Gladioyê ya li dij çareseriyê tev li derve ye, yên alîgirê çareseriyê hatin girtin. Hin kesên deşîfrebûyî yên mîna Velî Kuçuk yên kujer, xwediyê kirinên dîrokî û darbekar jî hatine girtin. Lê hin kes jî mîna têkiliya wan bi Ergenekonê re heye hatine nîşandan û wisa jî derdorên alîgirê çareseriyê hatin tasfiyekirin. AKP-ê bi wî terefî re lihevkiriye ku li dij çareseriyê ye. Di encama vê hevkariyê de jî hin alîgirên çareseriyê hatin girtin. Avakirana artêşa taybet a AKP?ê û serbestberdana Hîzbûllahê ji van mijaran divê cuda neyê fikirîn."

Jêder: NetKURD

Dîroka girtina ser: 10.01.2011 12:59:05

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...