ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>

Guy de Maupassant
Wergêr: Omer Dewran
Demê mir, serokê dadgeheka bilind bû. Di nav dadweriya Fransa de, jiyana wî ya bê kêmasî, bi pîrozî dihate yadkirin, serokekî pir baş bû. Parêzer, endamên genc, qazî hemû heta xwerê kirnuş ji bo wî dibirin, bi rêzdariyeka mezin ew rûyê wî ku sipî, lawaz û her du çavên birîqedar û kûr, silav dikirin. Hemû jiyana xwe ji bo parastina mafên hejaran û nehêlana neheqiyê terxan kiribû. Wek wî dijminê dizek û kûjeran nebû, her wesa hizrên wan yên nehînî û hinava wan jî dixwend û bi awirekê hemû mebesta wan aşkire dikir. Dirêjahî temenê heştêdu saliya xwe, di nav dilovaniya hemû gelê xwe de bi şanazî mirî bû. Leşkirên pantlon sor, bi rêwresmekî ew heta ber gora wî birin û mirovên ribat sipî jî, li ber serê tabuta wî, bi peyvên diltezîn, rondikên rast dirijandin. Lê hun berê xwe bidinê, notêr, di çekmecê de, kaxezek zor seyir di nav dosyayên kujerên mezin de dît, mat ma.
Ji bo çi?
20 Pûşperê 1851- Ji dadgehê derdikevim. Min siza mirinê da Blondel! Vî kabrayî çawa pênc zarokê xwe ji nav biribû? Ji bo çi ev kare kiribû?... gelek caran mirov kesên wek wî dibîne ku zewqê ji jiyaneka wesa werdigre. Belê, belê eve mîsoger zewqek bû. Hem jî zewqekî ku ji yên din serkeftîtir. Ji ber ku kuştin, nêzîktirîn tişte ku dişibe afirandinê. Çêkirin û ruxandin! Di nav van her du peyvan de dîroka hemû cîhanê heye. Her tişt, her tişt di nav wan de ye. Ji bo çi kuştin hinde dihête wergirtin?
25 Pûşperê- Li wê derê mirov hizra jiyan, rêveçûn û bazdana giyanewerekî, bike… Giyanewerek? Ma ew çiye? Wek geÅŸteka xwe bi xwe ye û hezeka zindiye ku vê rêkûpêkiyê sererast dike! Çi giringiya vê çendê nîne. Mîsoger peywendiya lingê wî bi erdê nîne. Bi tenê ew daneyekî jiyanêye ku li ser xakê dilive. Û mirov dikare vê daneya jiyanê ya ku nizane ka ji kê derê hatiye, biperçiqîne. Wek din nabe. Hîçbûn! Rizîn û ji nav çûn!
26 Pûşperê- Kuştin ji bo çi bibe cînayet? Belê, ji bo çi? Berûvajî, eve yasaya siruştê ye. Her giyanewerek, karek wî ya kuştinê heye. Dikuje da ku bijî, ji bo kuştinê dikuje. Kuştin di nav siruşta me de heye. Divê em bikujin! Ajel her tim û her rojê di her kêliyeka hebûna xwe de dikuje. Mirov jî da têr bibe, her gav dikuje. Lê demê ji bo kêfê, pêdivî bi kuştinê hebû, hingê girt nêçîr afirand. Zarok, her bihuk, çêlik û her ajelokek bikeve ber destên wî, dikuje. Lê eve ne bese ji bo kêmkirina pêdiviya kuştinê. Bi tenê kuştina ajelan nikare me bixapîne. Pêdiviya me bi kuştina mirovan jî heye. Demê berê, ev pêdiviya bi danana qurbanan dihate pêşwazîkirin. Niha, neçariya jiyana civakî, kuştina giyanî wek cinayet bi nav kir. Kujer mehkum dike û siza didinê. Lê ji ber ku em nikarin bêyî heza siruştî û daxwaza kuştinê, bimînin, car caran xwe bi şerên fetisandina netewekî mijûl dikin. Wî demî eve hezkirineka kuştinê ye û wesa jî diçe. Eve hezkirineka zewqê ye ku demê leşkirî xwe têk didin û êvaran di bin fanosan de torînên bajêrî bi pesnên mezin behsa çîrokên xwe yên fetisandinê dikin û jin û zarok pê xweş dibin. Lawaneye ewên ku ev mirovkujiye ji bo xwe kirine wek kar, da ku bi çavekî biçûk bihêne helsengandin. Ka ew roj! Em wan di nav şanaziyê de mezin dikin; bi qumaşên birîqedar û sîm dixemlînin. Di serê hemûyan de pûrt, li ser sînga wan jî neqiş hene. Her tim madalyo, xelat û pileyên hemecûr didine wan. Xwedan dezgehin, dihêne hejmartin, ji aliyê
30 Pûşperê- KuÅŸtin yasaye; ji ber ku siruÅŸt hez ji gencatiya bê dawî dike. Ew her û her bi wê bizava xwe, wek bibêje: “Zû! Zû! Zû!” û çend birûxîne, dê ew hinde jî xwe nû bike.
2 Tîrmehê- Giyanewer! Çiye ev giyanewer? Her û hiç! Ew bi hizra xwe rengvedana her tiÅŸtî dike. Bi hiÅŸ û zanistê, kurtiyeka biçûke ya dîroka cîhana wî. Awêneya kereste, awêneya rûdanan… her wesa her mirov di nav gerdûnê de dibe gerdûneka biçûk! Lê ka hindekî bigerin.. berê xwe bidin netewên ku wek mûrileyan çawa dilivin. Êdî mirov ne tiÅŸteke! Nexasme ne çi tiÅŸteke! Li kelekê sîwar bibin û ji wê perava ku mirovan dagîr kiriye jê dûr biçin. Ji bilî hêla peravê hun nikarin tiÅŸteka din bibînin. Jixwe giyanewerê ku ber çavan nakeve, bi giÅŸtî têk çûye û ew hinde biçûk û bêbayexe. Bi şîmendîfereka hêl, di nav Ewropayê re derbaz bibin û di nav dergehê vagonê de lê binêrin. Mirov, mirov, mirovên gelek zêde ku li ser zeviyan dilivin, li kolanan dilivin, mirovên nenas, gundiyên bodele ewên ku bi tenê dizanin axê ser û bin bikin, jinên neşîrin ewên ku bi tenê dizanîn ji bo mêrên xwe ÅŸorbe û zarokan çê bikin. Herin Hindistanê, herin Çînê; hunê bi mîlyonan giyanewerên mirî bibînin ku ewan hindî mûreleyeka li ser rêkê hatine binpêkirin û çi ÅŸopek nehêlane. Herin welatê reÅŸikên ku ketine bin qubeyên xwe yên herî, wargehê erebên sipî ewên ku ketine bin pateyekî genimî. Hunê hingê têbigehên, mirovê ku ji keriyê xwe veqetiyaye nikare bi tena serê xwe tiÅŸtekî bike. Her tiÅŸt tovikê wî ye. Takekes, ma li biyabanê, takekesê hozekî çiye? Bi rastî ev mirovên biyabanê yên zana çi giringiyê nadine mirinê. Li gel wan navê mirovan jî nahête xwendin. Her kes dijminê xwe dikuje. Dibêjne wê ÅŸer. Di heyama xwe de, çêlgehek ji bo çêlgehekî, navçeyek ji bo navçeyekî wesa dikir. Belê, li sertanserî cîhanê bigerin, berê xwe bidine livandina mirovên nenas. Ma min got nenas? Ha eve kilîla vê dozê! KuÅŸtin cînayete, ji ber ku em jimarê didine mirovan! Çawa ji dayika xwe dibin navên wan derbazî defterê dikin, dihêne bi navkirin û waftîz dibin. Yasa, wan ji wan distîne. Eveye! Ew giyanewerê ku nehatiye nivîsîn, nahête jimartin. Hez dikî wî li çolê, hez dikî wî li biyabanê, hez dikî wî li çiyê, hez dikî wî li deÅŸtê bikûje, nahête jimartin ku te tiÅŸtek kiriye. SiruÅŸt ji kuÅŸtinê hez dike, heger ew be, ew sizayê nabire. TiÅŸtê parêzbend qaÅŸo ew rewÅŸa welatîbûnê ye. Bes hinde! Ya ku mirovan diparêze eweye! Nikarî destê xwe ser yekî de rabikî, ji ber ku navê wî di amarê de heye. Emê ji bo rêveberiya serjimariyê vê xwedayê yasayê bihêjmêrin. Wekî din çi gotin nîne! Dewlet dikare bikuje, ji ber ku ew mafê wî heye ku li ser amarê tomar bike. Demê di ÅŸerekî de dused hezar mirovan dide kuÅŸtin, dikare bi destê nivîserên xwe, di defterê de ser navên wan xîç bike, jê bihavêje. Ji kar jî xilas dibe. Lê em, ewên ku nikarin çi caran deftera fermangeha serjimariyê biguherin, em neçarin ku rêz li beramber jiyanê bigrin. Ey amara ku di nav perestgehên hikumetê de kêf dike! Silavan li te dikim, tu ji siruÅŸtê jî mezintirî. Ax! Ax!
3 Tîrmehê- Kuştin zewqeka xerîb be. Niha mirov li vê derê, hizira dîtina yekê zindî dike, paşê di wî de kunekî biçûk, bi tenê kuneka biçkole vebike û paşê li wê derê ew xwîna ku em dibêjnê jiyanê çê dike, bibîne; di encam de jî li beramberî parçe goştê nerm, sar, bê giyan û hizira wî vala bûye, raweste!
5 Gelavêjê- Min temenê xwe bi biryarên dadgehê, mehkumkirinê, bi gotina du peyvên kuştinê, bi giyotînkirina kesên ku bi kêrê yek kuştî, derbaz kir; Ma ez, heger min jî wek hemû kujdaran kiriba, erê ez, min jî wek wan kiriba, ma kê dizane?
10 Gelavêjê- Ma di vê cîhanê de kesek hebû ku ji vê çendê bihese? Nexasme yekî helbijêrim ku kuştina wî ne di berjewendiya min de be, ma kê dikare gumanê bibe ser mirovek wek min?
15 Gelavêjê- Şeytan! Şeytan, wek gurgekî xişoke kete dilê min. Dixoşike, bi rê ve diçe, di nava hemû cesteyê min de digere. Di nav serê min de ewê ku bi tenê hizra kuştinê dike, di nav çavên min de ewê ku pêdivî bi dîtina kuştinê heye û dixwaze xwînê bibîne, di hinavê de tirseka nenas, tişteka dilşikandin û şêtbûnê, tişteka wek qêrîna dawî ya giyanewerekî di nav guhê min de; di nav lingê min de ewê ku dixwaze biçe cihê ku pêdivî û di nav wan destên min de ewên ku ji bo kuştinê dilerizin, digere. Ev çi xweşe, eve şayanê wî mirovî ye ku veqetyana kelecaneke raparzîn dike û dixwaze bê hevta û azad, ji her kesî bilindtir be!
22 Gelavêjê- Êdî nikarim xwe bigirim. Bo ezmûnkirinê, bo destpêkirinê, min giyanewereka biçûk kuşt. Li pencera kîlerê di nav qefesekî de çûkekî xizmetkarê min yê Jean hebû. Min ew şand ji bo karekî û min ew çûka biçûk, kir nav kefa destên xwe, di nav destên xwe de hesta lêdana dilê wê dikim. Çûk germ bû, çûme jûra xwe. Car caran min bi tundî ew diguvaşt, dilê wê hêj zêde lê dida. Tê de tehmeka biyanî hebû. Kêmek mabû çûk bixendiqe. Lê min xwîn nedidît. Wî demî min neynikbir, neynikbira biçûk hilgirt û sê caran lêda, bi hêdîka qirika wê jêkir. Nikilê xwe vedikir, hewl dida ku ji nav destê min bireve. Lê min ew digirt, belê digirt! Min dikarîbû kuçikekî har jî bigirim! Û min xwîn dît, dilop dilop dihat. Ev xwîn çend ciwan, sor, birîqedar û pake! Hinava min dixwirî ji bo vexwarina xwînê. Min serê zimanê xwe lê da! Çend tişteka xweşe. Lê xwîna çûka reben pir kêm bû! Min wek daxwaza dilê xwe, ji dîmena li beramberî xwe, zewqeka zêde newergirt. Ez bêjim dîtina xwîna gayekê, dê bibe zewqeka zor mezin. Û min paşê wek kujdaran, kujdarên pispor kir. Min neynikbir û destên xwe şûşt; min gelek av rijand û ji bo çalkirina çûkê min kelaxê wê bire baxçe. Min ew di bin kokê dara gêlazekî de çal kir. Kes nikare cihê wê bibîne. Ez dê her roj ji vê darê gêlazekî bixwim. Demê mirov rêka wê bizanibe, dikare çi xweş bi jiyanê re bilîze! Xizmetkarê min giriya. Ew wesa dizane ku çûka wî firiyaye. Ma hîç gumanê dibine ser min? Ha! Ha!
25 Gelavêjê- Pêdiviye ez mirovekî bikujim! Belê, pêdiviye.
30 Gelavêjê- Ew kare jî bû. Çi tiÅŸteka bê bayex bûye lo! Ji bo geÅŸtê çûbûme Daristanên Vernes. Min hizra çi tiÅŸtekî nedikir. Li ser rêkê zarokek, zarokek biçûk nanê rûnê nivîşkkirî dixwe. Radiweste da berê xwe bide çûna min û dibêje min; “Beyanî baÅŸ, Birêz Serok”.
Hizra ku “gelo ez wî bikujim?” dihête serê min. Bersivê didime wî:
- Ma tu teneyî lawo?
- Belê ez benî.
- Di vê daristanê de bi tena serê xwe?
- Belê ez benî.
Daxwaza kuÅŸtina wî wek mey serê min gêj dikir. Bi tirsa ku dê ji min bireve, ez hêdîka nêzîkî wî bûm. Min dest avête qirika wî… heta ji min hat min guvaÅŸt! Zarok bi çavên tirsnak berê xwe da min! çi çav bûn; çavên girovir, kûr, zelal û bi saw. Min çi caran hesta heyecaneka hinde ya dirindeyî nekiribû. Hem jî ya hinde kurt! Bi wan destên xwe yên biçûk kulmên min digirt û leşê wî xwer dibû wek perekî bikeve ser agirî. Paşê bê liv wesa ma. Dilê min lê dida. Ax, dilê wê çûkê! Min cendekê wî avête çalekî. Hindek giha jî avête ser cendek. Vegeriyam, bi dilxweşî min xwerina xwe xwer. Ev kare çend asan bûye! Wê ÅŸevê kêfxweÅŸ, sivik û genc bibûm. Çûme mala ÅŸaredar. Min nuktedan dîtibûn, lê min xwîn nedîtibû, hêjta zindî bûm.
31 Gelavêjê- Cendek dîtin. Li kujek digeriyan. Ha! Ha!
1 Rezberê- Du serserî girtin. Lê çi delîl nîne.
2 Rezberê- Dê û bavê kurik hatine cem min. Giriyan! Ha! Ha!
6 Rezberê- Çi tiştek nedîtin, çêdibe ku yekî ji vê derê re derbaz bûye, ev kare kiriye! Ha! Ha!
Heger min xwîn bidîtiba, bi raya min ez hingê hêj asûdetir dibûm!
18 Rezberê- Di nava mêjiyê min de daxwaza kuştinê digere. Ev daxwaze dikare mirov bihîne gel hariya evîndariya bîst salî.
20 Rezberê- Yekî din dîsa. Piştî taştê li ber lêva avê piyase kir. Min masîgirek dît di bin darabiyê de diniviya. Danê nîvro bû. Li zeviya teniştê merek hebû, bi taybet li ser erdê çikandîbû. Çûm min ew helgirt; wek topizekî rakir û bi layê yê tûj ve bi yek carî li serê masîgir qelişand. Ox! Vê carê ji wî xwîn hat! Xwîn bi hişê pembeyî ve tijî bû! Hêdî hêdî diçû dikete nava avê. Bi gavên rijd ketim ser rêka xwe. Heger min dîtibana! Ax! Ax! Ji min kujekekî bê eman çêdibû.
25 Cotmehê- Rûdana masîgir, galegaleka mezin çêkiribû. Biraziyê wî ku li gel wî masîgirî dikir, wek tewanbar didîtin.
26 Cotmehê- Berpirsê lêpirsînê, biryar da, biraza wî tewanbare. Li bajêr her kes wesa dizane. Ha! Ha!
27 Cotmehê- Biraza nikare berevaniya xwe bike. Li dûv gotina wî, ji bo nan û penir çûye gund. Sûnd dixwe ku hindekan mamê wî kuştiye, lê ma kê ji wî bawer dike?
28 Cotmehê- Kêmek mabû biraza li xwe mikur bihêt. Hinde ew bêzarî kirin. Ax dadwerî, ax!
15 Sermawazê- Li beramberî biraza delîlên gelek bi rijd hebûn ku hez dikir mamê xwe ji ber mîrata wî bikuje. Ez bûme serokê dadgehê.
25 Çile- Kuştin! Kuştin! Kuştin! Min biryara kuştinê dayê! Ha! Ha! Qazî wek ferîştayekê axivî! Ha! Ha! Dîsa yekî din! Ez dê biçim wê derê da jêkirina serê wî bibînim!
18 Adarê- Pêk hat û xilas bû. Ew vê sibehê çû ser giyotînê. Pir xweÅŸ hate kuÅŸtinê. Pê xweÅŸhal bûm. Dîtina qetandina serê mirovekî çi tiÅŸteka bi zewqe. Xwîn wek ÅŸapolekî, weku avekê pekiya; ox! Heger derfet hebûya, min diviya xwe di nav vê xwînê de bişûm! Min diviya xwe di bin wê xwînê de dirêj bikim, da xwîn ketiba ser porê min, rûyê min û paşê sor û gevez ji serî heta binî wesa sor bama, dê serxweÅŸiyeka çend xweÅŸ daba min! ax! Lê heger zanibin, dikarim rawestim. Ji bo aÅŸkirebûnê egereka pir biçûk jî bes bû……..
Gelek rûpelên vê nivîsê hebûn ku behsa kuştineka nû nedikir. Doktorên hiş, demê ev nivîsene dîtin, gotin, wek vî dirindeyê xurifî, gelek şêtên din hene ku bi şarezayî dikujin û tirsnakin.
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...