ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
Dilawerê Zengî - Dem: Roja yekşemê, 13/11/1960î li bajarê Amûdê- barêzgeha Hisiça. Ev roj, rojeke dîrokî û bi nav û deng e. Ev roj, roja şewata Sînema Amûdê ye.
Filmê derhêner Behmen Qobadî ya bi navê ?Pisikên Îranî? niha li Japonyayê tê nîşandayîn û ji aliyê japoniyan ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Fastifala fîlmên kurdî ku doh destpêkir dê berdewambe heya 30 tebaxe. Dê di fastîfala ku dibin rêvebiriya daîra sînama Hewlêrê û bi alîkariya saziya Film Bodam û wezarete çanda Schweiz tê lidarxistin de, fîlmên kurdî û nekurdî bêtin temaşekirin.
Derhênerê kurd Cano Rojbeyanî yê ku di Howliyod de kardike, li aliyekî fînaskar diger jibo ku fîlma xwe ya bi navê Şaplênê Çiya bi dawî bike. Fîlme ku ji aliye komek lıstıvanên Howliyodê ve di havîna sala 2009 an, di nav 25 rojan de hatî kêşandin û amadekirin li benda fînansê ye. Ji bo fîlm tewaw bibe pedivî bi hinek kar û bar di aliyê dana reng, deng, wegera wî bi zimanê kurdî û derbaskirina fîlm ji sîstema 35 mm.
"Bêdengî" li ser çîroka ciwanekî ku li bajarên kurdan leşkeriya xwe kiriye û rasthatina wî ya li Dayikên Şemiyê hatiye kişandin. Fîlmê ku di sê rojan de hatiye kişandine serlîstikvaniya wê de Îlker Kizmaz û Saadet Çaçan lîstiye ku Çaçan di heman demê de endameke Dayikên Şemiyê ye.
Li Suleymaniyê heftiya bihurî û li Hewlêrê vê heftê fîlmê derhênerê kurd Huseyin Siyodîn yê bi navê Şeva Hesab di sînema de tê temaşekirin.
Belgefîlmek Spanî ?Un Pueblo Invisible? ango ?miletekî nexuya? rewşa penaberên Kurd li herêma Kurdistanê vedibêje. Malbata Selahedîn Bilo, di sala 2006?an de ji bajarê Qamişlo reviyabû û berê xwe dabû Herêma Kurdistanê. Li wir li kampa Moqabilî jiyana xwe di nav konan de domandin.
Derhênerê elman Werner Herzog bi lîstikvanên emrîkî û xudanê xelata Oskarê Nicolas Cage filmekî nû pêşkêşî sînemahezan dikin. Bad lieutenant, ango serrokpolîsê xerab, nûçêkirina filmê bi eynî navîye yê sala 1992. Bad lieutenant çîroka serrokpolîsê bi navê Terence McDonagh dibejê, Terence baştirîn lieutenantê bajarê xwe ye. çareserkirina pirsgirêka kuştara malbateke afrîkayî dikeve sukra Terece de.
Filmekî nû yê cûreya thrîller, tirs û scinece fictione. Film li ser du zanyaran digere. Herdû zanyarên kîmyayê Clive û Elsa di gera lêkolînên xwe yên Gênan de tiştekî ecêb bi dest dixin. Ew qedexeya li hemberî çêkirina endamên mirovan dişkênin. Ne bes wilo, ew hîn wirdetir jî diçin û mexlûqekî nû diafirînin. Mexlûqekî nîv mirov.
Festîvala Navneteweyî ya Wimbledon li Îngilîstanê ku bi danasîna kurtefîlmên ji 15 deqîqyî kêmtir tê naskirin, xelata îsal da fîlmê derhênerekî kurd.