Sakik: Ger tu li welatê xwe nikaribî ji kujeran re bibêje kujer? SAKIK: GER TU LI WELATÊ XWE NIKARIBÎ JI KUJERAN RE BIBÊJE KUJER?

Sakik: Ger tu li welatê xwe nikaribî ji kujeran re bibêje kujer?




BDPê ji ber ku di Lijneya Şêwrê de lihevnehatekirin ji bo cînayetên faîlmeçhûl wekî kom ev yek bir lijneya Giştî ya Meclîsa Enqereyê.

Derbarê pêşniyazê de mebûsê CHP’ê yê Mêrsînê Alî Riza Ozturk mafê axavtinê wergirt û got, malbatên kesên siyasî ku faîlên wan ne diyar bûne xwedîmaf in ku hîn bibin kê û bi çi qirêjiyê xizmên wan kuÅŸtine, ev mafê wan ê xwezayî ye.

Ozturk anî zimên ku ev yek peywira dewleta demokratîk û hiqûqî ye û got, “ Hûn bi îdîaya demokratîkbûnê dest bi kêr dikin, li aliyê din jî hûn nahêlin komîsyon were avakirin., ev ne rast e.”

Ev salek e ku ev pirsgirêk ten rojeva meclîsê lê bi dengên AKP’ê ev yek tê redkirin û nahêlin komîsyon ava bibe.

Mebûsê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik jî derbarê mijarê de axavtinek kir û got, “Erdogan dibêje ‘em ji kujeran re dibêjin kujer!’ heger tu li welatê xwe nikaribî ji kujeran re bibêjî kujer, li welatekêi din tu nikarî bibêjî kujer. Em hemû birîndar in. Li ber guhê memebûsê me, serokê navçe û bajarê me kuÅŸtin. 17 hezar û 500 cinayetên ku ‘faîlên wan nediyar’ in hene. Heger em qala Pêvajoya aÅŸtiyê dikin divê em rûnin û bi vana re wern rû.”

PiÅŸtî axavtinan pêşniyaza BDP’ê hate redkirin.



ANF NEWS AGENCY
Dîroka girtina ser: 26.11.2010 11:18:33

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...