Daxwiyaniya Hunermendê Kurd Şivan Perwer li himber kampanyaya qirêjkirinê ya dijî wî

Daxwiyaniya Hunermendê Kurd Şivan Perwer li himber kampanyaya qirêjkirinê ya dijî wî




Ev demeke bi taybet piştî hevpeyvîna TRT-6 ê bi Hunermendê Kurd yê navdar Şivan Perwer re kirî li dijî Şivan Perwer xebat û karên reşkirinê dest pê kirin.

Hunermendê Kurd eve demeke dirêje li himber vexwendin û daxwaziyên rayedarên çandî yên hikumeta Tirkiyê ji bo hatina wî ya Tirkiyê, hewil dide ku rewşekî guncaw amade bike da ku li gorî kar û barê xwe yê Kurdewarî pêngavên giring bavêje. Lê bi hevpeyvîna wî ya dawiyê ku bi TRT-6 ê re kirî bû sedem ku hunermendê Kurd di nava raya giştî ya Kurdî de bête reşkirin. Şivan Perwer di nava van 40 salên dawî de bi xebat û karên xwe yên hunerî û Kurdewarî ve ji bo xebat, kar, tekoşîn û civaka Kurdî navekî gelekî giringe û xwedî kedekî bê hempaye. Li himber van reşkirin û kampanyaya bêtesîrkirinê Mamoste û Hunermendê Kurd Şivan Perwer daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihandinê . Li gorî daxuyaniya ku ji Vakifa Şivan Perwer geheştî destê me eve ye.

 

Ji raya giştî re

Ji kî û ji kuderê tê bila bê, ji zîhnîyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car min serê xwe xwar nekiriye û nakim. Ez duh çava bûm, îro û sibê jî her weke xwe me. Yanî bilindkirina ruhê Kurdistanî, hevîdariya daxwaziya hunerî dijîm, Hunerê azad û serbixwe hergav nîşana xebat û xizmeta min e.
Sebra min geleke, behna min firehe. Hêviya min bilinde, baveriya min xurte, armanca min rojên şad û peşerojek ronake. Lê gelo evên ku dest bi vê kampanyayê kirine kî ne û vana ji min çi divên? Çi dixwazin? Dost ya dijminê gelê me ne? Ji ber ku tiştên di vê kampanyayê de hatine gotin û iddia kirin, hemû derewin. Hemû hevdîtin û têkiliyên min eşkerene û li pişt diwar û perdan veşartî nemaye.
Me dît ku vana li hemberê hêz û şexsiyetên welatperwer çıqas suç kirin jî rojekê lebihurtin ne xwestin. Ji ber ku çendî me behnfirehî kir û me nexwest dijmin bi me bikene jî, lê dîsa jî guhertinek di wan de çê nebû. Ji sebra me cesaret girtin û roj bi roj ji ber bêdengiya me hêz girtin û erîşê xwe berfireh kirin. Yanî dixwazin li welatê me yek kesê me mejû azad nemîne.
Ez ji kesên dilrehm, dilovan û bi wîcdan dipirsim: Ma gelo kesên hindik hestên welatperwerî û mirovatî pêre hebe, wisa dike? Di jîyana 36 salên derbederya min de, ya rast, dijmin jî ev tişt bi me nekiriye.
Ji xwe qasî hatiye têgihiÅŸtin, zîhniyet û mentalîta wan eve: Li ser bandorê deyne, çavsoriyê bike, bitirsîne, bêbextiyê lê bike, îrade û heÅŸ teslim bigire, bike kole û bi kar bîne
Min ji rastiya xwe tu car dev bernedaye. Min rastiya xwe herdem di stranên xwe de aniye ziman. Haji xwe bû me, hezkirin û evîna gel û welatê min di xwîna min de cîh girtîye. Lê li gor uslûba tevger, têkilî û rewÅŸa mirovatiyê mirov silava xwedê digre û dide. Merheba dibêjê û rêzdar dibe. Mêvandarî kevneÅŸopîya resena me Kurda ye. Em jî li gor xwe dibînin ku çi raste çi xirabe. Heke mirov bi xwe û armanca xwe baver be, carna pêwist be dikare li gel dijminê xwe jî daniÅŸe, behsa rastiya xwe û gelê xwe bike û biparêze.
Ma xelk nizane ku Åživan Perwer li hemberê zilm û zordarî tu car stoyê xwe xwar nekiriye. Ma hûn jî nizanin ku ti kes nikare bayê hunera azadiyê ji ser welatê min rawestîne û lorîkê min ji dil û mejîyê gelê min derîne? Ma hûn nizanin ku rejîmên faÅŸist û koledar ji ber rastiya hunerê min çikas Kurd girtin, iÅŸkence kirin, kuÅŸtin, yan bi dar xistin? Lê dîsa jî nikaribûn bayê hunerê min rawestînin.
Banga we dikim: BaÅŸ bizanibin ku ez Åživan Perwerim. Yanî hevalê bargiranim, ruhê Kurdistan, bê rawestan kurê gelê xwe me û wêrek û bi bawerî me. Kesên paqiÅŸ û bi bawer ji qirêjiya bêbexta natirse.
Ez we dispêrim ûcdan, rehm, dilovanî û raya giştî ya gelê Kurd û Kurdistan. Dîsa baş bizanibin ku gelê me û dîrok dê çi car bi vî awayî li wan nebihure.
Slav û Rêz
Åživan Perwer
13.02.2010
 
Dîroka girtina ser: 15.02.2011 18:52:11

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...