?Li Sûriyê zextên li ser kurda zêde dibin? ?LI SÛRIYÊ ZEXTÊN LI SER KURDA ZÊDE DIBIN?

?Li Sûriyê zextên li ser kurda zêde dibin?




Di civînê de berpirsê Komela Gelên bin Gefan yê beşê Rojhilata Navîn Dr.kemal Sîdo axavt. Sîdo di axavtina xwe de li ser siyaseta rejîma beesê ya li ser asîmilekirina kurdan, guhertina navê cîh û warên kurd lê dijîn, erebîzekirina herêmê rawestiya û berbiçav kir ku ji salên 1943 û vir de siyasetek rûmetşikanidinê, miameleyek neînsanî û stratejiyek li ser mihandina civaka kurd li Sûriyê hatiye meşandin û serokê sûrî yê niha Beşar Esad jî li pê şopa bavê xwe dimeşe û vê siyasetê didomîne.


Sîdo got weka Komeleya Gelê dibin gefê de çavên wan her li ser Sûrî ye ew rewşa kurdan ya li Sûrî ji nêz ve dişopînin û bi emgînî tesbît dikin ku di van salên dawî de û bi taybetî piştî şerê Îraqê û damezrandina Kurdistana federe, zextên li ser kurda zêde bû ne , rewşa kurda dijwartir bû ye. Sîdo got qedexeya li ser zimanê kurdî hatiye şidandin, siyasetmedar û rewşenbirên kurd, pêl pêl têne girtin, di şert û mercên hov de girtî dimînin li wan eşkenec tê kirin û bi meh û salan bê biryara mahkemê di zindanan de dimînin.


Sîdo bal kişand ser kuştina ciwanên kurd li eskeriyê û got goman heye ku ciwanên kurd li eskeriyê sîstematîk têne kuştin û ji dê û bavan re tê gotin ku lawên wan bi qezayek yan jî wî bi xwe xwe kuştiye.


Sîdo di dawiya axavtina xwe de rewşa penaberên kurdên Sûriyê yên li Almanyayê jî berbiçav kir û got; gelek malbatên kurd di bin gefa şandina bo Sûriyê dijîn û hukumeta alman di vî warî de hevkariyek ne li gorî konvensiyona penaberan bi rejîma sûrî re dike û divê dawî li paşdevegerandina penaberên kurd bê.


Bi şîrove û pirsên beşdarana dawî li civînê hat.

Jêder: NetKurd

Dîroka girtina ser: 19.11.2010 12:23:20

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...