tu yê bimînî...
(diyarî milyaketan...yezdanan......û ...Ehmed Huseynî...Helîm Yûsiv ...... YasînHisên...Beşîr Mele...Nisredîn Brahîm û hinin din)
Ezê agir bi buhar û şînkahiya Amûdê xînim
Bîranînên zaroktiyê....
Name,,,wêne...
Cilên tozgirtî
Ji palgeha li ber serê dayika te derxim
Biqetînim,,,,,bidirînim û li ber bê bifrînim...
Zemawenda şînîya helbestên penaber....yên te
Li bin siya Şermola li darxînim...
Hestên teyî nazik ezê bihejînim û te himbêz bikim
Ramûsanekê bidim çavên keça te
Ew çavên bi hêstir.
-keça min tu çi dikî?
-yaboo ... min germ e...
Wê ev dîmen bi te re here gorê,,,,, ji bo hêstirên keça te
Wê xweda dilovaniyê têxe dilê milyaketan...
Wî ne êşînin,,,,,ne êşînin
Çemê Amûdê,,,,riya Darê,,,,Gola Inter
Naxwazin tu dûr herî û ger bû ,,,tu çûyî
Ji bîr neke ku tu lawê Amûdê ye...
Şeva çû min xewnek dît..?
Tu dibû mîna teyrekî baz
Di sînga ezman de,,, tu rûdinişt
Li ber jêr te dimeyzand
Tu digiriya û te digot.......
Amûdê.... tu çiqa biçûk e,,,tu xweşike
Niza xweda ji te hezdikî...?-
Ez dibêjim ji te hezdike
Jiber wilo herdem te bi girî vedike..!
Mîna mindalekî ji himbêza dayika xwe dûr bûyî.
Ezazîl ..ji te hezdike
Bi ser bilindayî û bê tirs ji xweda
Xwe tazî dikir û Amûdiyên serxweş pêre dîlana
Asîbûnê li dijî xweda.
Perdeya keçaniya qederê diqetandin.
Te go çi hevalo...?
Ma tu yê biçî...?
Ger bû ,,,,tu çûyî,,,ji bîr meke tu lawê qadeke pîroz e.
Erê,,,,,,,,,matmayî nemîne xakeke pîroz e
Peyxemberan,,,,firiştan.. eniya wan herî dibû ji tiberkê
Razeke di damarên xweda de veşartiye..
mamike.....bawer bike mamike.....?
Ne efsaneye,,, ne xewne,,,rastiyeke
Şevên Amûdê ne wek tu şeva ye!
Heyv,,,roj,,,sitêr,,,hezkirin,,,
Hemû tiştên wê ne weke yê tu kesa ye..
Ma qey ne wisa ye..........?
Hûn tevde çûn û we xatir nexwest...
Û hîn wê herin... wê ji te dûr bibin û xatir naxwazin..
Xatir mexwaze û tu jî here....
Bi kerwanê rêwiyan re sirûda xatir xwaziyê.
Xwazya xwe daqurtîne û li pişt xwe bizîvire
Kêlîkekê raweste,,,,meyze bik û patekê bide
Gir û mezelê wê
Şehrezad û êşa wê
Toş,,,,Raperîn û dastanên wê
Bi girî,,,,, bi axîn,,,,,bilorîne birawo...
Ma ne bese......
bi xatirê te....
bi xatirê te....
Ciwanê Amûdê
Ebdul Selam Xoce
Ebdulselamxoce@hotmail.com
Dîroka girtina ser: 01.10.2010 18:28:39
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...