Ürdün li Kurdistan Konsolosê vedike ÜRDÜN LI KURDISTAN KONSOLOSÊ VEDIKE

Ürdün li Kurdistan Konsolosê vedike




Duhî êvarê her du wezîrên tenduristiyê yên Herêma Kurdistan û Urdunê bi amadebûna nûnerê balyozxaneya Iraqê yê li Urdunê, li hola Hotel Şîratonê a bajarê Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xistin û qala bendên yaddaştnameya ku îmza kirine, kirin.

Piştî ku wezîrê tendursityê yê Urdunê Naîf Faîz tevî şandeyekê serdana Hewlêrê kir û digel her yek ji serok Talebanî, serok Barzanî û serokwezîr Salih hevdîtin pêk anîn, rewşa tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Şandeya urdunî di heman demê de serdana çendîn nexweşxane û binkeyên tendurisiyê yên her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê kirin. Herî dawî jî yaddaştnameyeke lêktêgihiştin û alîkariyê di navbera Herêma Kurdistan û Urdunê hate îmzakirin ku çendîn mijarên girîng yên warê tenduristiyê yên wek vekirina nexweşxaneya urdunî li Herêmê, şandina nexweşên iraqî bo Urdunê bêyî vîza û çendîn xalên din.

Wezîrê tenduristiyê yê Urdunê di daxuyaniyên xwe de qala rewşa tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jî kir û ew bi baş wesif kir.

Di civîna çapemaniyê de wezîrê tendursitiyê yê Urdunê dabû zanîn ku biryar e welatê wî di dema 2 mehên din de konsûlxaneya xwe li Hewlêrê veke.

 

 

Jêder: Pukmedia

Dîroka girtina ser: 20.09.2010 11:12:30

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...