ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
Gula bûginvêliyayê gula herî seyr e dema ku tê li ber mirinê. Her guleke dî diçilmise, ziwa dibe, diqurmiçe û diperpite. Ev rûdan jî di çaxê hilweşîna wê de diqewimin, bi rêya taybetmendiya raqetîna wê ji şîrika adandêr ve, çi bi dembazî, çi bo zorê. Tenê gula bûginvêliyayê wekî xwe dimîne; hem li ser rengê xwe dimîne û hem raçandina xwe diparêze.
Biyotîk (sincejîn), çarçiveyek hizirî ye ku tê de teknîkên nûjen yên bijîşkiya jîndarî, hewil didin ku lêgerîna zanistî û rêzgirtina rûmeta mirovan li hev bînin û nêzîkahiyê di navbera her duyan de peyda bikin.
Rojekê ji rojan zelamek diçe daristanê û bi bivira xwe çiqlên daran dibire. Piştî çend çiqlan dibire, ji nişkê ve bivir ji destê wî dikeve û diçe nava avê.
Ku Mustafa Kemal ne li Selanîkê, Paşayekî ku li Musilê çêbuyî bane, Ku navê wê Komara di avakirina wê de jêre buye ling û bi tekoşîna Kurd û Tirkan ve pêk anîye kiribane ?Komara Kurdiyê?. Ku wî jî bi biryara meclîsê navê ?Atakûrt? girtibane.
Bi birhên ku bi belengazî berbi cênîka ve belav buyî, çavên kesk yên ku di awirên wê de hêrs û xemgînî tevlîhevbuyî, lêvên xeyidî, rawestîna xwe yî bi tenê zarokekî tîne bîra min ev nav, û keviyên berfê yên di berpalên çiyan de berhev buyî, şikêrên xemrî, gorên tenha û mirovên rubiruyî xiyanetê buyî tîne bîra min. Dema ku vî navî di bihîzim dibime Kurd ek.
Dema ku dihunê min malper xwendin û li bernameyên televizyona nerî min wisan zanî ku tiştekî seyr û sam bû. axaftin, daxuyanî, sansur... Çibûye? Ahmet Turk di parlemenê de, di civîna koma xwe de bi Kurdî xeber daye. Naveroka rastiya ku welatê me mat dike eve: Kurd bi Kurdî peyivîye.
Demê mir, serokê dadgeheka bilind bû. Di nav dadweriya Fransa de, jiyana wî ya bê kêmasî, bi pîrozî dihate yadkirin, serokekî pir baş bû. Parêzer, endamên genc, qazî hemû heta xwerê kirnuş ji bo wî dibirin, bi rêzdariyeka mezin ew rûyê wî ku sipî, lawaz û her du çavên birîqedar û kûr, silav dikirin. Hemû jiyana xwe ji bo parastina mafên hejaran û nehêlana neheqiyê terxan kiribû.
Hinde bi şensbûna xwe heger di xewna xwe de jî dîtiba bawer nedikir. Jean Marin kurê mubaşirekî gundî bû. Ji bo perwerda xwe ya hiquqê hatibû Quartier Latine Parisê. Her tim diçû bîraxaneyan, bîra vedixwer, li gel jimareka zêde xwendekarên ku bêyî rawestan behsa siyasetê dikin, bibû heval. Pûte dida wan û her hevalîniya wan dikir. Demê parê wî heba jî, bûhayê xwerin û vexwerina wan jî dida.
Jina Paola Saverî ya bî, li kelaha Bonifacio ew û kurê wê bi pêk ve di maleka biçûk û kavil de dijiyan. Ev bajêre li ser dirêjiya çiyê bû û hinde cihan jî wek li ser deryayê hilawistî radiwestiya, li ser kendava ku mişt zinarên tûje li perava nizm ya Sardunya dinerî.