ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>

Mesela nivîskar û weşangeran: Çavê hinek weşanxaneyan li bêrika nivîskar e!
Piraniya nivîskarên kurd mîna jina pergî tivancên zayînê hatibe dipelpitin, li bin guhê hev dikevin, carna dibin dijûnkar û pê li pîroziyên xwe dikin. Heq in jî..... Lê ecêb e ku sînorên pelpitîna xwe fireh nakin, veşartî, di para perdê de dirijifin, jixwe diçin, dixeriqin. Kes vê rewşa wan a janenîner nabîne, ji bilî pênûsa wan, dilê wan ê şikestî û tenêtiya wan a afirîneriyê difermîne.
Sedem?
Sedem êşên ku ji ber terkexemî û danûstendina ji dest û pê ketî ya bi weşangeran re ye.
Ez ê bi vê nivîsê hewl bidim ji çend deriyan bibuhurim, ji para perde derbazî hizura boşahiyê bibim.
Belê, bi kin û kurmancî min divê raber bikim ku ji bilî çend nivîskarên ji aliyê hin koman ve bi awayekî zanîn li ser serê me wekî Hezretên edebiyatê hatine ferzkirin, erê weke hebûna hindek Hezretên di siyaseta kurd de ku kêmasiyên wan jî mîna pakî û zêrê zer tên dîtinê ne tê de, piraniya nivîskaran xwîn vedirişin. Hema hema tu devê kîjan nivîskarê vekî, agir jê diherike, jan mîna ewrên avis diqurice û pê re gotinên bizotî û acizbûyî ji nava lêvan dişûje
"Weşanger... weşanger... weşanger" Her ku hûn guhdarkirinê dikudînin, hûn rûqanê bobelatên piştî "weşanger" dibin û hûn vediciniqin, pê re jî pirsekî ajo û gerînîner di jêrebinê mejiyê we de li bin guhê hev dikeve û we noqî lêgera dîtina rastiyê dike.
"Bavo" hûn ji xwe re dibêjin û dikudînin "Bi gorî vê behsê divê ez xweziya xwe bi bazirgan û ticaran kurdistanê bînim. Qenê hîç nebe ji derveyî hin istisnayan xwedî soza xwe bûn. Erê, di bazarkirinê de bayekî gur li bin çengê sê telaqan radikirin, bi namûs û şerefa xwe sund dixwarin, lê di soza didan de baldar tevdigeriyan. Ev layiqbûna wan a ji soza didan, bawerî dida yê hember jî û vê jî têr dikir ku ew careke din pê re danûstendinê bike.
Gelo ev pîvan û asta di navbera ticarên kurdistanê de hebû-heye, di roja îroyîn de li ba weşangeran heye?
Heye jî tune ye jî.
Meriv nikare hemû weşanxanên Bakur wekhev bibîne û binirxîne. Ji bo tevlihevî pêkneyê û em di vê pêdeçûnê de mafê hinekan nexwin û ji sînorê nirxandina awayî kargeriya wan derbaz nekin, min divêm ku vê meselê bi sê awayan kategorîze bikim, erê li ser esasê awayî kargeriya wan qiseyên xwe pêşkêş bikim.
1.Çavê hindek weşanxaneyan li bêrika nivîskar e. Nivîskarên ku piraniya wan belkî di heyata xwe de hezar euro bi hev re di bêrika xwe de nedîtine. Ligel ku karê pê rabûne bi tevî bi destxistina qezencê ku bikaribin pê debara xwe bikin, ewqas jî baldarbûn û mêzekirina li bi astbûn û ne astbûna roman û helbest û cureyên din ên wêjeyê ye ku ka bi rastî jî bi naveroka xwe çawa ye, têr dike yan na, hatiye xweyîkirin, bi goşte yan hema tenê zadeke ji tirşika bêgoşt e? radibin çavên xwe dikutin bêrika nivîskar, tenê ji aliyê peran ve nêzîkê wan dibin, dikevin bazarê û bi piranî bi pereyeke mezin ve ji bazarê derdikevin.
Eynî mîna ticarek biçe ji pezfiroşekî bizinek bikire ango mîna bazara bi heybet ya di navbera bavê keçek bi bavê berzavakî re ye ku li ser hesabê lihevkirina xelatê tê kirin. Yanî nêrîna raser ya di hevûdu serwextkirina derbarî berhemekê de ev e mixabin. Û encamê vê danûstendina şaş pirê caran têr dike ku weşanger beyî romanê bixwîne, hema rahijê wê bigire mîna jineke xweşdaber(fehişe-orispî) ku anora xwe wenda kirî pêşkêşî boşahiyê bike.
Gava rewş wisa be, ew roman ango berhem li ba weşanger qîmeta xwe kuta dike, çimkî pêdivî pê nabîne ku pêra bilî bibe, ji xweşçapkirinê bigire heta bi belavkirina wê ango amadekirina zemîna danasîna wê û peydakirina riyên gihandina ber destê xwendevanan.
Lewra perê xwe stendiye û çawa be bi ihtimala herî xirab ew ê sedek dusidek jê bifroşe. Li vira nivîskar jî hevsûc e. Lewra nivîskar baş dizane ku pirtûka bi peran hatiye çapkirin, qîmeta xwe wenda dike, nayê belavkirin. Ligel vê zanîna xwe dîsa jî dide, çimkî ji bo çapkirina romana xwe xwe neçar hîs dike-dixwaze westana wî/wê xwe bi cih û war bike. Yanî bigihejê mirazê xwe...
Bi raya min divê ev xwe neçar hîskirin ji niha pê de di jiyana niviskar de cih nestîne. .Heke ku nivîskar bikaribe bibêje na ez nadim, ev na ya wî/wê ji bo weşanger li riyên nû bigere, xwe ji nû ve ava bike dikare bibe sedemeke pak a fîtker. Pêwist e nivîskar ji niha pê de riyekî wisa biceribîne. Ji bo parastina asta nivîskariya kurmancî, siberoja wêje û bêtir nebêwatebûna weşangeriya kurd, kirineke wisa hewce ye....
2.Hindek ji weşanxanan jî xwedî nêrîneke teng û herêmî ne. Ji bo peytandina vê yekê riya herî rast mêzekirina li profîla pirtûkên wan çap kirine ye û hindek miameleyên ku.......Bi xwe, bi hin miameleyên ne dilpak ku ez ê li vir bi ta û derziyê ravenekim re rû bi rû mame û ez pak pê bawer im ku gelek hevkarbiliyên min jî rûqanê miamelên navhatî yên dilteng û lokal bûne yan jî hîskirine. ..
Belê, divê em maqûl bibînin û qebul bikin ku herêmhezî ne tenê para kurda ye û ne tenê li cem kurda aktuel e. Li hemû cîhanê, li welatên lê feraset û pîleya jiyanê li lûtkeya herî jor e jî herêmhezî heye. Ji kesan bigire heta zana û siyasetmedar û ketiyan, ji bajarê lê jidayikbûne- lê mezinbûne, bi awayekî din, erê bi hezkirineke bilind hez dikin û hezkirina xwe di jiyana xwe ya nivîskariyê de, di karê hunerî ku pê rabûne de, di sohbetên li ser mesayên şerab vexwarinê de derdixin pêş ku wek cihdana ji xisusiyetên bajarê xwe, cudabûna giyaniyên hevbajariyê xwe ji giyaniyên bajarê din heta bi motîv û aksentê dirêj dibe. Ev heta cihekê maqul e. Ji bo kurdan jî herêmhezî divê û jixwe ji ber rewşa kurdan- bêsitatû û di warê sosyaliteyê de nekamilbûna wan, ev xisusiyeta ku em niha behsê dikin ji zû ve ye li cem kurda heye, bi awayên herî giran ve di giyanê kurd de şax vedaye û di demdariya rabirdûya dîroka miletê kurd de carna bûye sedemê têkçûnên giran yên milî jî...
Ligel vê, divê em raber bikin ku heke herêmhezî neyê kontirolkirin, neke ew ê hêdî hêdî mîna nexweşiyek pêş bikeve û di dawiyê de sikûmeke şovenist bistîne ku meriv dikare formîle bike ku di demdariya jiyanê de ew dê bi giyanekî dîktatoryel derkeve pêşberê me.
Yanî herêmperestî, yanî devokperestî, yanî zaravaperestî. Mînaka kurmancî û soranî divê me hilbipekîne...
Herêmperestî xwedî giyanekî ruxanker e. Ji bilî rengê xwe tu rengî erê nake. Bi tu bişirînê re nakene, ji pisiya xwe re berf, ji berfa xelkê re pîsî dibêje. Derûniya herêmperestiyê, xwe xweda û yên ne ji xwe jî benî û evdal dibîne....
Niha tişta ku xwe di wêjeya welatê me de dide hîskirin û hêdî hêdî berev raserbûnê ve diçe, tehlûka herêmperestiyê ye. Ev ji bo siberoja hişmendiya miletê kurd û afirandina giyanek tekan e ya li ser hesabê edebiyata kurdî ji tehlukê wêdetir e ku divê di zûtirek de were dizgînkirin ango bi sînorkirin.... Neke, berevajî, kaos û tirejedî ye....
Bi vegotineke kurt û paktirîn,
Çi nivîskar û çi saziyên li ser hesabê wêjeya miletekî bejn û bala xwe li bah dikin, heta ku bi qasî ji "wisa" hez dikin "ji "wilo" heznekin, heta ku bi qasî ji "welê" hez dikin ji "wê ye" heznekin û heta ku bi qasî ji "diqede" hez dikin, ji "dikude" heznekin, ne dikarin bibin nivîskarên miletekî û ne jî dikarin bibin weşanger û saziyên xweser ku ji hest û sînorên herêman derbazkirine. Ji kerema xwe re siberoja hişmendiya wêjeya kurd nekin qurbana hestên xwe yên lokal.
Pêdiviya vî miletê ku hişê wî pergî êrişa bi dehan xwedayên biyanî û navxweyî hatiye, bi afirandina hişmendiyeke piroyel heye.
3.Yên mayî ku ew jî ji du-sê weşanxaneyan pêk tê, bi rastî min divê raber bikim ku ew weşanxanên dikevin vê kategoriyê dilpakin, lê ji ber ku bêderfet in pir nikarin ji daxwaz û lazimiya heyî re bibin bersiv.
Mesela serwextkirinê:
Gelo çend nivîskarên kurd dizanin ka çend heb ji pirtûkên wan hatine firortin? Mesela ez li ser navê xwe bêjim. Bêjim ku ez hê nizanim ka çend lib ji romanên min hatine firortin. Ev bi serê xwe bobelatekî giran û gunehkar e....Û ez welê bawer dikim ku piraniya nivîskarên kurd jî vê mafê xwe yê xwezayî bêpar hatine hiştin. Heyf.. heyf.. Qaşo em zanayên miletekî ne heyf.....
Awayê danûstendinê:
Li dinya pêşketî, dev ji mesela têkiliya di navbera weşanxane û nivîskaran de berdin, di têkiliyên herî bêast de, di çalakiyên herî rojan e de jî maqulî û disiplînek heye. Kes û kom di çerçeva disiplîn û pilanek de jiyana xwe dikudînin.
Heke welatê Almanya îro yek ji paktirîn welatê yekitiya Awropayê be û wisa ye jî, bêguman e ku ev bi rêk û pêkiya wan ve girêdayî ye û bi ser de jî ligel gelek sedemên din, ji disiplîna wan a di gerînkariya dewlet û siyaset û kar û di warên din ên jiyanê de rasere, pêk tê.
Liserqisê;
Li vî welatî nexweşekî dema nikaribe biçe civina xwe, ji ber terbiye û disiplîna stendiye radibe doxtor ji rewşa xwe serwext dike. Ev ji bo wî/wê pêvanekî jiyanê ye ku di xwe de rêzgirtina li kesî/ê hemberî xwe dihewîne.
Lê ev pîvana ku jiyanê xweşiktir dike û bi ser de jî rê li ber pêkhatin û mezinbûna acizî û aloziyên giyanî vedike, digire, çawa ku di nava gelê kurdistanê de tune ye,-ne pêkan e ku hebe ango di zûtirek te tevlî jiyana kurdan bibe-lewra ji bo pêkhatineke wisa pêdivî bi jiyaneke rûniştî û xwenaskirî û xwedî bingeheke hişyar û sosyal heye, her wisa di tebeqeyên jor de, di siyasetê de, di danûstendinên nivîskar û weşangeran de jî tune ye. Sedema vê yekê dîsa bi piranî weşangerin. Pirê weşangeran tew dernakevin telefona nivîskara û e-maîlên wan nabersivînin. Çimkî bi xwe xwedî tu pilan û disiplîneke rûniştî nînin. Wekî bav û kalên me gotine; Li ku êvar, li wir sibe. Mantixa raser ev e mixabin.
Ev jî bi serê xwe têr dike ku em veciniqin û ji xwe re wiha bibêjin
"Divê ez bi westan û keda xwe re dirist bin. Lewra heke ku ez li hemberî vê neyiniya janenîner bêdeng û bêhelwest bimînin, neke ez ê di demdariya jiyanê de nikaribim bi xwe û pênûsa xwe re di nava aşitiyê de bim"
Lewra kesê bi zanîn li hemberî neyiniyan bêdeng bimîne, giyanê xwe yê nivîskariyê winda dike. Niviskariya bêgiyan dişibe laşekî bêgiyan ku di demeke pir kin de dikare bêhn bide.. Nivîskariya ji pênûsa wî/ê bêhn were, nexweş e û xweseriya xwe windakiriye.. Nivîskarek bêhelwest dikare bibe pêlîstoka destê her kesî...
Mesela Gihayê Hewşê:
Demekê berê niha Omer Dilsoz nivîseke bi ser navê " Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piÅŸtê!’" nivisî. Ew nivîs di esasê xwe de qêrînek bû, lê ew qêrîna ku ji dema Xanî heta niha qet haÅŸ nebûye, neket bala tu kesî. Çimkî di vê karê de ligel terkexemiya ji "xwe" û ji "yên" xwe nehezkirinê difermîne, ranta manewî jî heye. Li her qorziyeke vî gerdûna têrwesta bi jan Axayên edebiyatê û Hezretên siyasî paldane û ew di mizgeftên xwe yên dilteng de li pirestijkirina mirîdên xwe temaÅŸe dikin, kêfa wan li cih e, jixwe diçin. Ji bo ên wisa wêje û siberoja vî miletî û parastina anora niviskariya vî miletê qet ne xeme, heta di xema ewkê wan de jî nîne. Çimkî yên piÅŸta wan mizbidin pirin û yên ew bi ranê wan mîz bikin bi hezaran e!.
Bêguman aliyekî din ê vê mijarê jî heye ku jê re gihayê hewşê tê gotin. Ji xeynî kom û rantkeran, ev alî çawa ku di dema Seydayê Xanî de jî hebû û têrkiribû Xanî bixeyîde, niha jî bi heman orjinî, germînî û xeternakiya xwe ve mêvanê mejiyê gundî û zanayên me ye.
Zanayên me, weşangerên me, ji dûrahiyê çîroknivîsarê bi nav Sechu Sende ku bi zimanê Galîsyanî dinivîse anîn û ew li bajarekî welatê niha "reis" ê wî bûye bavê hindek ji kurdan û li welatê ji xwe nehazan mevandin, ji bo wî rûniştinên wêjeyî sazkirin, li hember wî ketin rewşa amadebûnê, destên xwe qefaltin û ayîn û mayîn gerandin beyî guh bidin giriyên peritî yên berhemên ji aliyê zarokên vî miletî ve hatine nivisandin. Wekî kekê Cihan Roj jî di gotara xwe de raber kiriye, gava zanayên me bejna xwe li hemberî hevkarbiliyê(hevpîşe) me yê Galîsyanî ditewandin, bi dehan roman û çîrokên kurdî li benda çapkirinê bûn...
Divê ez raber bikim ku bi bêgumanî li hemberî çalakiyên wisa nîn im. Lê..... Xwezî derfet hebûya da me bikaribûya dînikê Alman Nietzsche ji gorê rakira bila ji me re hinek behsa awayê avakirina însanên jixwehez û raser bikira. Însanên raser destên xwe naqefilînin ezbeniyên min!
Ecêba mezin jî ew bû ku di rojên pêşîn yê vê salê de-ev sala ku em tê de ne, malpereke kurd rabû pirtûka wî ezîzê wek pirtûka salê diyar kir ku yên nexwendi bin wê bihizirin bê ka hela çî ye. Serî binî ji çend çîrokên kêmcuda û bi piranî wekhev pêhatî ku.... lê ji ber hin çîrokên wekhev ên tirajedîk yên di atmosfêra zimanê me de û ya esasî jî ji ber ku ew biyaniyekî bû yanî ne kurd bû, berhema wî di nava bi sedan berhemên kurdî de bû berhema salê.
Ya rastî ne ew e ku pirtûka wî ev yek heq dikir, erê derûniya jêrdest ya kurd ku her ji xwe re li xwedayan digere, pêkanîna kirineke wiha li ber dilê gerînkarên malpera navhatî şîrîn kir..
Li dinyayê, nexasim di nava gelên bindest de hûn rastî kirineke wisa neyên. Lê ev ji bo me gelek normal e, normal tê dîtin ku pirê caran ji bo me dibe cihê serxweşiyê. Çimkî tira xelkê her gav li cem me ji şekirê me şîrîntir hatiye dîtin û qebulkirin......Ev karekter ji malbetên me ji me re maye......Ji ber ku malbata kurd difermîne ku ji kurdan meriv dernakeve. Em berhenêm fabriqeyeke ji xwe ne hez e...
Me nekariya em bibêjin ez berê ji xwe û yên xwe hez dikim, paşê ji yên din. Û min divê bêjim ku yên ji xwe heznekin-ji xirabî û pakiyên xwe, wê nikaribin ji yên ne ji xwe jî hez bikin. Heke bi kirineke wiha rabin jî neke kirina wan ji bilî şoveke ji binyateke rûniştî dûr, bê mehneye û bi kêrî çû tiştek nayê. Çimkî mesele berê bi giyanê xwe re li hevkirine. Zanayên kurd divê berê giyanê xwe nas bike, giyanê ku jê hatiye stendin. Bi qasî me nivîskar û zanayên kurd tu nivîskarê miletekî din tune ye ku bi devê yê/ya sêyem bipeviye û ji bilî xwe û yên xwe her kesî di pîleya Hezret û Paşayên jiyanê û edebiyatê de bibîne.
Falan kesî, bêvan kesî wiha got û nizanim çi. Gotina xwe bibêjin gotina xwe...
Ev tenê nîşaneyeke raveker e ku bê ka em çiqas ji xwe û binyeta xwe bawer in....
Mesela Facebookê.
Di wê banga ji bo çapkirina romana xwe de jêçêtirgirtina (tercih) ji facebookê bi zanîn bû. Û ji ber du sedeman bû ku sedema pêşîn facebook qadeke bi ber e û meriv dikare di cih de bi atmosfêra xwendevan bihese. Em ne siyasetmedar in û ne jî hezretên edebiyatê ne ku ji xwe re li berdevkan, li malper û rojnamên berdevker bigerin û navbirek daynîn navbera xwe û xwendevanan. Bi ser de jî facebook yek ji çalaktirîn meydana ragihandinê ye û derfet dide ku hûn bi giyanî, bi xwendevan re di nav danûstendinê de bin.
Ya duyem jî ew pêdeçûna navhatî ya pirotestoker wê ji aliyê malperan ve nehatiba weşandin. Dibetiyeke wisa hebû, lewra min tercih li facebookê kir.
Ligel vê û van, min divê raber bikim ku tiştên ji bo xelkê normal e û normal tê dîtin, ji bo me kurdan wek cihê şermê tê dîtin ku yek jî jê facebook e.
Hemû niviskar û hunerwerên gerdûnê heta bi goglîstikvanan facebookê wek deriyek ji bo xwe gihandina derve dibînin û bikartînin, lê em bi çaveke biçûk lê mêzedikin.
Çi ecêb, va ye em pir mezin bûne, haya me ji mezinbûna me tune ye.....
Dixwazim li vira wek têbîniyeke taybet raber bikim ku behsa min a ji bikaranîna facebookê ne ji ber hin nivîskarên ezîz û malperên me di nivîs û nûçeyên xwe de cih dabûn banga min ku li facebookê derçûbû ya ji gera weşanxaneyeke tirk pêkdihat, erê berevajî, ez bi wan nivîs û nûçeyan kêfxweş bûm, lê li ser facebookê ji gelek kesan peyam hatin, tê de dihat gotin ku facebook ne cihê nîqaşên wisa ye....
Mûzikjenê me yê hêja Birader di şîrova xwe ya ji bo banga min a ji lêgerîna weşanxaneyeke tirk de behsa xebatên xwe û di desta mayîna wan dike. Ev janekî ye bêguman. Bi raya min heke rêxistinên kurd di dewsa ku deh hezar euro bidin Haluk Levent û wî bînin başdarî festivalan bikin de, du hezar euro bidin hunermendên kurd, neke wê ev kêşe çareser bibe. Mesele dîsa tê li dîwarê ji yên xwe ne hezkirin û qîmetnedayînê diqelibe....
Bang:
Ji bilî nasnama xwe ya pê hatime naskirin, wek ciwanekî vî miletî, wek lawek ji lawên vî miletê bêpûnik, banga min ji law û keçên kurmanc yên ciwan re ev e:
Çi dibe bila bibe, divê hûn bikaribin hunera meşê, erê meşa berevçûna lûtkeya herî jor ya jiyanê biafirînin. Divê hûn bi rengê fermanwerekî tevgerin, lê bi tîpên çê û çêkeriyê ve xemiladî bimeşin.
Hûn pir bi dijwarî wer in îzolekirin û ji ber nêrîn û sitil û tehera xwe ya cudabar ku ji asofirehiya vê serdemê têr dibe wer in paşguhkirin jî, divê şikestin û xeyidîn nebe para we, lewra avakirina siberoja vî miletî ya di warê wêje, mûzik û cureyên din ên hunerê de, li ser milên xwe ye.
Bi vîzyoneke bilind û hembêzker, carna protesto, carna afirandin, carna kuştin....
Gotina dawî:
Piştî vê raberkirina kin, dixwazim behsê bikim ku ew daxwaza ji lêgera weşanxaneyeke tirk û derûdorên MHP, bi du aliyan bû ku ya ewil protesto bû, erê protestokirina rewşa heyî û helwesta hin weşanxaneyan bû û ya din jî bi awayekî mecazî bû...
Mîr Qasimlo
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...