Wikileaks cîhan hejand WIKILEAKS CÎHAN HEJAND

Wikileaks cîhan hejand




Malpera Wikileaks cîhan hejand. Belgeyen ku cîhanê bihejînin ji aliyê malpera Wikileaks ve berî bi çend mehan ji bo gelik ajans û rojnameyên cîhanî yên giring hatibûn belavkirin. Lê îro berî bi 4 demhijmêran (28.11.2010) ev belgeyana ji bo çapemeniya cîhanê û raya giştî ya cîhanê hatine vekirin.

Malpera Wikileaks nêzîkî 250.000 belgeyî di dest xwe de radigre. Ji vana beşekî mezin aşkire kir û belav kir. Ev belgeyên giring tev jî belgeyên veşartî yên dîplomasî û istixbarata Emerîka ne. Bi taybet belgeyên ku karmendên Emerîka ji hevdûre rêkirî an jî ji navanda xwe re rêkirî, belgeyên karmendên wan yên derve, dîplomat, konsolos û istixbaratên wane.

Di van belgeyan de ne tenê Emerîka û diplomasiya Emerîka, hemî welatên cîhanê cî digrin, şirove, nêrîn û biryarên di derbarê hemî welatên cîhanê de cî digrin. Ev belgeyên giring û veşartî ji dema ku hatî weşandin ve cîhan tev têk da. Bû sedem ku arîşe û gengeşiyekî zêde pêk were. Ji ber ku siyaseta hundur û derve ya gelik welatên cîhanê di van belgeyan de bi gelek rengên cûrbecûr tête nivîsandin û gelik nêrînên berfireh yên komarî û kesane jî têne aşkirekirin.

Ciyê ku ev belge têde wekî bombeyekê teqiya û hejand Welatên Yekgirtî Emerîka ji bo aşkirekirina van belgeyan yekser daxuyaniyek da û hate diyarkirin ku ev belgeyana dê xisarê bidin gelek karmendên wan yên derve û yên li welatên cûrbecûr, di heman demê de dê xisarê bidin gelik welatên dîtir jî û aşkirekirina van belgeyan şermezar kir.

Xwedanê Wikileaks diyar kir ku hîna jî gelik belgeyên giring di dest wan de hene, û diyar kir ku wana ev belgeyana di nava belgedankê de asê kirine û şiyandine ji ajansa re, Eger bûyerek bi serê wî de werê an jî tiştek lê werê, ewana dê nihêniya vê belgê jî belav bikin û wê demê dê gelek tişt li Emerîka û cîhanê têk biçin û aloz bibin. Ji ber vê yekê diyar kir ku ev belgejî wekî ewlekariya wî di dest wan de têne girtin.

Olana van belgeyan li cîhanê berdewame di demê pêş me de di warê siyasî de jî dê olanê van belgeyan bêne dîtin.

Rewanbej/Elmanya

Nuçeyên kevin yê peywendîdara vê mijarê

Dîroka girtina ser: 29.11.2010 01:26:42

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *

>

Nûçeyên dîtir...