Xwendekarên Kurd di xwepêşandanên li Îranê de pêşeng in
Li gor salnameya Îranî 16ê Sermaweza sala 1332yan û li gor zayînî, 7ê Kanûna 1953yê, li dijî hevdîtina fermî ya bi cîgirê serokomarê wê demê yê Amerîkayê Richard Nîckson û destpêkirina têkiliyên Îranê yên bi Brîtanyayê re, ji aliyê bi sedhazaran xwendekar ve çalakiyên nerazîbûnê pêk hatibûn.
Tevî zext û rewşa awarte ya hêzên rejîmê jî, li bêhtirê zanîngehên Îranê îro çalakiyên xwednekaran pêkhatin. Xwendekarên Zanîngeha Qezwên ku bi boneya salvegera rojê îro li Meydana Saet kombûn, slogana "Mirin ji bo dîktatoran" gotin.
Li Zanîngeha Şîraz jî di navbera xwendekarên dijberên rejîmê û xwendekarên endamê rêxistina rejîmê Besîc de alozî derket.
Her weha li Zanîngeha Emîr Kerbîr ya Tehranê jî, îro serê sibehê xwendekaran xwestin bi heman mebestê li hev kombibin, lê hêzên çekdar yên rejîmê rê li wan girtin.
Li gor agahiyan xeta Înterenetê ya zanîngehê hate birrîn û hêzên Besîc hewldan êrişî xwendekaran bikin.
Hêzên rejîmê bêyî ku xwendekaran agahdar bikin îro, ji bo ku rê li çalakiyan bigrin, zanîngeha Azadî ya bajarê Erak jî girtin.
Li aliyê din Zanîngeha Tehranê jî ji serê sibê ve di bin dorpêça hêzên eskerî de bû û hatinûçûna wê hate qedexekirin.
Li Zanîngeha Razî ya bajarê Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşanê jî, hêzên taybet yên parastinê êrîşî xwendekarên ku xwestin çalakiyeke nerazîbûnê pêkbînin.
Hêjayî gotinê ye ku xwendekarên kurd di van salên dawî de wek pêşengên tevgera xwendekarên li Îranê rolekî girîng leyîstin.
Ji van, bi dehan xwendekarên kurd bûne qurnabiyên siyaseta serkutkirinê ya rejîma Îranê.
Xwendekarê kurd Îbrahîm Lutfullahî ku di bin êşkenceya Îtlaatê de li Sine jiyana xwe ji dest da û Kyanûş Asa ku li Kirmaşanê hate qetilkirin bi têkoşîna xwe ya di tevgera xwendekaran de wekî pêşeng tên bibîranîn.
ANF NEWS AGENCYDîroka girtina ser: 08.12.2010 12:05:22
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...