Alîkariya Zekeriya Evdille ji bo zarokên hejar

Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê, Hunermend Zekeriya Ebdulla ragehand ku 100 hezar dane ji albûma xwe ya dawî bi navê ‘’Laperey Spî’’ çap kiriye û 60 hezar li Kurdistanê dabeÅŸ kiriye û dahata wê jî bo zarokên hejar dibe. Lê navbirî ji wê yekê hêrs bûye ku albûma wî li Sûriyê bi bê agahiya wî çap bûye û hatiye bazara Kurdistanê jî: ‘’Ew jî gunehekî mezin e.’’ Zekeriya, amaje bi wê yekê dide ku gelekî bi albûma xwe ya nû ve westiya ye: ‘’Bo albûma xwe ya nû nêzîka 400 demjimêr ez li nav studyo bûme. Di albûma ‘’Laperey Spî’’ de min gelek amêrên nû bikar anîne. Herwiha daxwazê ji pisporan dikin albûma min binirxînin.’’ "Zewac nabe asteng ji bo karên min" Hunermend Zekeriya, berê ragehandibû ku dahata albûma xwe ya nû dide zarokên hejar. Di vê derbarê de Zekeriya wiha axifî: ‘’Wek gencekî Kurd, bi erkê xwe dizanim hevkariya zarokan bikim û dezgahekî xêrxwazî bo hevkariya zarokên hejar û nexweÅŸ dabimezrînim. Herwiha ezê stranekê bo zarokên ÅŸehîd û enfalkirî bêjim.’’ Zekeriya, roja 02.04.2010an ji objektîfên kamerayên ragehnadinê dûr, xeleke hevseriyê ligel Çinar a keça Serbaz Hewramî guherî. Di vê derbarê de jî Zekeriya got: ‘’Mafê min jî heye car car bi tenê bim. Derbarê bandora jinanînê li ser karê wî yê hûnerî jî Zekeriya got: ‘’Jiyana hevserî min ji karê hunerî û cemawerê min cuda nake.’’
Jêder: muzikkurd.hk-mg.net
Dîroka girtina ser: 17.08.2010 00:51:48
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...