ticle")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
S = Server.CreateObject("Adodb.Recordset")
RS.Open sql, conn, 1, 3
if not RS.eof then
Response.write RS("article")
RS.Close
Set RS=nothing
end if
RSb.Close
Set RSb=nothing
end if%>
Her roj gelik sitêrk bi hevre ji asîmanê welatê me dirêjine valatiya ser erdê. Her roj gelik çirayên xaniyên gûndên me vedimirin, ode tarî dibin, jiyan tarî dibin. Can koç dikin, derûn difirine jor. Çav şil dibin, dil kiz dibin. Zarok dimrin, xort dimrin, jin dimrin kal dimrin. Her guleyek rik û hêrsekî nû di nava hinavên me de, di nava hinavên we de vedijînê, û dilê me, dilê we bêhtir dikelînê. Em her Kurdek dibin bizota agir û li ciyekî digerin ku bişewitînin. Ev çil sale bê navber şer û tekoşîne, eve heştê sale serhildan û berxwedan, eve dûsed sale şer û pevçûn, eve hezar sale fêl û leyistok, eve nêzîkî dûhezar û pênsed sale jî bindestî û bê desthilatiye em dijîn.
Her roj, bi pêşveçûna cîhanî û teknîkê ve diyar dibe ku yekgirtin û hevgirtina Kurdî bêhtir bihêz dibe û mezin dibe. Her roj bêhtir bihevgihştin û têgeheştin çêdibe û hêza Kurdî mezin dibe. Bi tevayî komkujî û tunekirinan ve dîsan jî em xwe bi helwest û raperînan dilxweş dikin û hestên tolhildanê di hinavên xwe de têr dikin. Gelik caran li himber bûyeran bê helwest man gelik caran jî em li xwînê geriyan.
Li Amedê zarokên dibistanê kuştin, li heftanînê gûnd bimbebaran kirin, li berpalên Qendîlê dibistan serûbin kirin, li gelik gund û bajarên Kurdsitanê kesên hejar kuştin, neha jî li herêma Botan ê zarok bimbebaran kirin.
Li Parlemenê mafê Kurdan tête axaftin, li kolanan zarok jî di navde herkes tank û panzêran kevirbaran dike, li şaredariyan rêvebirên Kurd li rêkên Kurdewarî digerin, li kolanan Kurd li xwe dipirsin an jî ji bo xwe dibezînin. Bi hemi neyênî û xirabiyan ve bayê viyan û xwebûnê di weşê.
Lê di nava vê aloziyê de dîsan jî çirûskekî agir mêjiyê min xirab dike dilê min sar, çavên min tarî, asoyê min kin, zivinga min gemar dike. –Tirkî-
Bixwe bê binema bû. Çêker û lêker bû. Beşek bi Erebî, beşek bi Kurdî beşek bi Farisî bû. Yên mayî jî peyvên çelexwehrî yên bi xefk û fena bûn. Li gor ewrûpiyan rêziman, li gor rojhilatiyan peyv hatibûn çêkirin.
Me gelek xwe êşand ji bo ku em bibin xwedî vî zimanê piştre çêkirî, vî zimanê ku herî zêde bersiva nijadperestî, kirêtî, bêrewiştî û zordestiyê dide. Me gelek biyano bo xwe çêkirin da ku em vî zimanî bixin bingehê hemî tevger û bizavên xwe. Kurdên Serhedê, Mêrdînê, Cizîrê, Qamişlo, Duhokê, Silêmaniyê jî fêrî vî zimanî bûbûn. Çend seyr û same ku me hertim baweriya xwe bi vê yekê îna ku em tenê karin bi vî zimanî bi hizirin, em tenê karin bi vî zimanî tevbigerin, em tenê karin bi vî zimanî hevdû têbighêjin, em tenê karin bi vî zimanî bighêjin armancên xwe.
Çend seyr û same ku me bawerî bi vî zimanî anî. Di sengerên ÅŸer de me ev ziman bikar anî, di kolanên ÅŸer de me ev ziman bikar anî, me di dirûşmên xwe de ev ziman bikar anî, me di pirtûkên xwe de ev ziman bikar anî, di nava her albûmekî xwe ya muzîkê de hûnermendê me yê herî Kurd ev ziman bikar anîn, di malên xwe de îro jî dema ku em telefonekê ji gûndiyekî nisêbînê an cizîrê an amedê re bikin, gotina – buyrun – tê pêşwaziya me. di hemî aliyên jiyanê de me ev ziman bikar anî... di evînên xwe de jî me ev ziman bikar anî.
Li aliyê dîtir, erê li wî ciyê dur, li wî ciyê ku em herroj qala wê dikin lê em nabînin, di piÅŸt perdeya tarî de dîrokek veÅŸartî heye. Dîrokekî veÅŸartî û vekirî, vekirî û veÅŸartî. Li nêzîk û dûrî me xezîneyek heye. Ew gencîneya çand, ziman, wêje, huner û jiyana Kurdî. Ew gencîneya ku em herroj qala wê dikin, ji bo wê ÅŸer dikin, ji bo wê tevdigerin, ji bo wê hêrs dibin. Ew dîroka ku em ji bo wê dijîn lê em bikar nayênin. –Zimanê Kurdî-
Gelik caran fermandarên Tirkan derdiketin pêş ÅŸaÅŸeyên televizyonan û digotin, - Zimanek bi navê zimanê Kurdî nîne. Ev zimanê ku dibêjin zimanê Kurdî ye ji bo tu hêl û aliyên jiyanê nayêne bikar anîn. Bi vî zimanî wêje, bi vî zimanê siyaset, bi vî zimanî derûnnasîn, bi vî zimanî jiyan nabe. – Min ew fermandar pîroz dikirin ji ber ku karên xwe baÅŸ bicî tanîn, lê ez wan Kurdan nikarim pîroz bikim ku wekî van xwînmijan dihizirin.
Ku bi axaftina tirkî ya Kurdan arîşe û bêdadiya li ser Kurdan hatibane çareserkirin ji zûve Kurd azad bubun ji ber ku Kurd ji zûve bi Tirkî di peyivin. Herroj zêdetir dibe, herroj hezkirina zimanê Tirkî zêde dibe.
Yên ku heya wan ji zimanê Kurdî, kurayî, firehî û dewlemendiya zimanê Kurdî nîne, an jî ew wêrekî, ew merdî û ew mêjî bi wanre nîne ku bi Kurdî bi peyivin, dibêjin ku Kurdî girane, dibêjin ku em bi Kurdî nikarin xwe derbibirin, dibêjin ku bi Kurdî siyaset, bi Kurdî nivîs, bi Kurdî peywendî, bi Kurdî wêje bi Kurdî huner nayête kirin. Hemî zimanzan, derûnnas, fîlozof, zanyar û kesên hişmend, yên tirk jî di navde vê yekê aşkere dikin ku her zimanek hestek û kurayiya hestekî ye. Hizirandina Kurdî û ya tirkî ne yeke. Ew kesê bi Kurdî bi hizirê xwedî hestekî cûdaye. Hesên van herdû zimana ne yekin.
Mixabin tê naghêjim. Herkesek nifir û şermezariya xwe dijî komkujiyên li dijî Kurdan tîne ziman bes bi tirkî, herkes hêrsa xwe helwestê xwe bi tundî tîne ziman bes bi zimanê Tirkî. Gelo bi tirkî peyivîn tola van mirovan radike? Gelo bi tirkî dijûn kirin an jî şirovekirin an jî lêkolînkirin erda me, dayika me, zarokên me, xwîna me xwêdana me bêhtir azad dike. Ji bo çi kes vê xalê dernaxê pêş. Ji bo çi yek dernakevê nabêjê ez bi tirkî dihizirim û guleyekê li mêjiyê xwe naxê. Ji bo çi yek dernakevê nabêjê ez bi tirkî di peyivim û zimanê xwe jênakê. Herkesek vê yekê vekirî dibîne û dizane ku di vê cîhanê de ew hewldana vala ya piştî hilweşîna Sowyetê, ew gotinên giloverizmê, yekbûna cîhanê û xiroverîzmê, pêşketina mafê mirovan û cîhana demokrat di vê cîhanê de ne rûniştiye û vê demê ji bo me Kurdan ev xeyalekî xave. Piştî kuştina hejmarekî zêde ya leşkerên tirk li Wanê erd hejiya me got xwedê kir. Piştî wê laşê bistû çar gerîlla şewitî hatin deştê me got leşkeriyê kiriye. Neha sih û pênc zarok hatin kuştin em dibên Erdoxan wisan kiriye. Bê gûman sedem û berpirsên van bûyerên lawirî bi awayekî giran divê bêne cezakirin. Bes berpirsên dîtir yên kur, yên nayêne dîtin, zimanê me, mêjiyê me, derûnê me dê çawan hesabê vê yekê bide.
Kurdekî bê Kurdî, Tekoşînekî Kurdan bê Kurdî, çandekî kurdan bê Kurdî, wêjeyekî Kurdan bê Kurdî nabe. Em herin heyvê jî ku ne bi Kurdî be mixabin nirxê wê nîne û sûda wê nîne.
Di vê cîhanê de herkesek berî hertiştî bi zimanê xwe yê zikmakî di peyivê, kesek ji zimanê kesekî dî re nabêje ku zimanê min yê bingehîn eve. Gelo ev yasaya civakî tenê ji me Kurdan re tête gûhertin. Na.
Pivana Kurdbûnê ya herî bingehîn zanîna zimanê zikmakî yê Kurdî ye. Tawanbarê vê yekî ne komara tirkî ye, ne tû kesîdî. Lêkolînekî biçûk dê bide aşkerekirin ku dewlemendî, pêşketin, bersivdayin, firehî û kurayiya zimanê ji gelik zimanan bêhtir kare bersiva jiyana me bide. Eger ev nayête pêk anîn eve ne kêmasiya zimanê me ye, eve nexweşiyeke di derûnê me de.
Dema ku nav bi Kurdî naverok bû Tirkî, dema ku hertist bi Kurdî lê yek tişt bi tirkî, dema ku axaftin bi Kurdî hejmar jimartin bi Tirkî çêbû ew zimanê gemar yê ku ji diziyê berhev bûye li ser derûnê me serdestiya xwe di sepînê.
Kengî me bi Kurdî jiya, kengî me bi Kurdî hizirî wê demê tolhildana van kuştinan dê gelek hesanî bête wergirtin.
05.01.2012
Agirî Soran
Parîs
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...