Gerilla Killed- Turkish Army- Rewanbej
14 goristanên gerîllayan hatine têkdan

Hat ragehandin doh (6’ê Cotmehê) balafirên şer û helîkopterên Tirkiyê “Şehîdgeha Çemçê” ya li Qaqizmana Qêrsê ya gorên gêrîllayên PKK’ê û HPG’ê  bombebaran kir.

Li gor çavkaniyên hêrêmî, piştî bombebarana goristanê, artêşa Tirk leşker li derdora goristanê bicîh kirine û leşkeran bi balyozan kevirên goristanê parçe kirine.

Piştî gor bûna şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîllayên PKK’ê de li bakurê Kurdistanê, artêşa Tirk bi çendîn caran êrişê goristanên ku gerîllayên PKK’ê têde hatine veşartin kirine.

Ligor amaran di nava mehekê de 13 goristanên Gerîllayan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve hatine wêran kirin. Ji xeynî ragehandina rewşa awarte li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê, hedef girtina xelkê sivîl û kuştina zarokan, girtina çalakvanên siyasî û medenî, rojnamevanan, şêwandina termê gerîlayan, îşkenceyên giran li hember hevwelatiyan di destûra karê hêzên dewleta Tirk de ye. Tevî nerazîbûnên xelkê, saziyên sivîl û mertalên zindî êrişa ser goristanên gerîllayên PKK’ê jî berdewam e.

Ji xeynî goristana Çemçê ji destpêka meha îlonê heya niha 13 gorîstanên gerîllayan hatine têkdan.

– Goristana Egîd Surûc

– Goristana Aytan Tekîn li çiyayê Bagokê

– Gorsitanên Ş. Amed û Hêvîdar li bajarê Amedê

– Goristana Ş. Cuma, Binefş, Bîşeng li çiyayê Cûdî

– Goristana Ş. Andiria Wolf li bajarê Wanê

– Gorsitana Ş. İsmaîl û Ronahî li navçeya Gimgim a Mûş ê

– Goristana şehîdên Xerzanê

– Gorsitana Memed Goyî û Rojîn Gewda

Nûkirina Dawî : 07 Oct 2015 14:33

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 135


Leave a Reply