• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Human Rights Watch’ê rexne ji Herêma Kurdistanê girtin

Human Rights Watch’ê rexne ji Herêma Kurdistanê girtin


barkirin: Êlûn 25, 2015, 1:15
xwendin: 170


Di raportekê ku (13’ê Îlonê) ji aliyê Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch)’ê ve hatiye veşandin, rexne ji desthilatdarên Herêma Kurdistanê tê girtin.

Di raportê de hatiye, ’’ desthilatdarên Herêma Kurdistanê gelek caran şanaziyê bi destkeftên demokrasiyê dikin, lê ev yek ji rastiyê dûre’’.

Rexneyên Human Rights Watch’ê ji Herêma Kurdistanê li ser dosyeya hevwelatiyê Kurd ’’Îsa Îsa Beşîr Bazranî’’ e ku 4’ê Tebaxa îsal de hatiye binçav kirin û heya niha tiştek jê nayê zanîn û rê nedane malbata navbirî jî serdana wî bikin.

Di raporta Human Rights Watch de tê, ”Îsa Barzanî ji ber rexneyên aştiyane ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)’ê û weşandina wêneyên Abdulah Ocalan û Celal Talebanî di rûpela xwe ya Facebook’ê de ji aliyê hêzên Ewlekariyên Herêma Kurdistanê ve hatiye binçav kirin”.

Cêgirê Rêveberê Rêxistina Çavdêriya Mafê Miirovan li Rojhilata Navîn, Joe Stork dibêje, lazime hevpeymanên Herêma Kurdistanê li ser bûyerên wiha xwedî helwest bin û zextên xwe ji bo derfetên azadiya raderbirînê li Herêma kurdistanê zêdetir bikin.

Îsa Barzanî, xelkê gundê Barzan û berê endam û pêşmergeyê (PDK)’ê bûye, di raportê de tê, navbirî ji ber nêzîkatiya bi Tevgera Goranê re, ji kar hatiye avêtin û niha jî kadroyê Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye.

Pêveker:

human rights watch’ê rexne ji herêma kurdistanê girtin