• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YJA Star: li Tetwanê 25 leşker hatine kuştin

YJA Star: li Tetwanê 25 leşker hatine kuştin


barkirin: Êlûn 29, 2015, 10:51
xwendin: 155


Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA STAR)’ê di daxuyaniyeke nivîsikî de di malpera fermiya xwe de derbarê şerê li Tetwanê agahî dane.

Di daxuyaniya YJA Starê de hatiye, di encama şer û pevçûnên di navbera gerîlayên wan û hêzên Artêşa Tirkiyê de, 25 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniyê tê, çalakiya gerîllayên YJA Starê di bersiva şehîd bûna hevalê wan, Baran Dêrsim ê ku di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da û gerîllayên din yên di pêvajoya dawî de jiyana xwe ji dest dane hatiye lidarxistin.

Ligor daxuyaniyê,  di çalakiya wan de 25 leşker hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne: ’’ 28’ê Îlonê demjimêr 07:50 li hember konvoya leşkerî ya ji navenda Tetwan a Bedlîsê de ji Ordu Evî diçû Tûgaya Sorgûn çalakiyeke sabotajê ya berfireh hatiye lidarxistin. Di çalakiya sabotajê de hemû leşkerên di nav otobusê û wesayîta zirxî ya Akrep de bi temamî hatine kuştin. Herwiha li nizamiyeya qereqola Sorgûn û 2 çeperên ku 2 leşker tê de hatine kuştin û bi giştî di encama vê çalakiyê de 25 leşkerên Artêşa Tirk hatine kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne’’.

Tê îdîa kirin Artêşa Tirkiyê kuştî û birîndarên xwe bi 13 ambulans û wesayîtên zirxî ji cihê bûyerê rakirine. Lê Artêşa Tirk hejmara kuştiyên xwe ji raya giştî re randegihandiye ûtenê amaje bi hejmara birîndaran kiriye.

Di daxuyaniya YJA STAR’ê de jî amaje bi hejmara kuştî û birîndarên wan nehatiye kirin.

Pêveker:

yja star li tetwanê 25 leşker hatine kuştin