2 milyon kes ji Suriyê revîne

2 milyon kes ji Suriyê revîne

Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku 700 hezar kes ji Suriyê reviyane Lubnanê û da zanîn ku di cîhanê de herê zêde mirov li Suriyê naçarê çokberiyê ne. Neteweyên Yekbûyî dibêje di sê mehên dawî de hejmara kesên ji Suriyê reviyane nîv milyon e.

Berpirsê komîsertiya bilind ya penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji BBC re axivî û diyar kir ew wesa texmîn dikin ku heta dumahîka sala 2013 dê hejmara penaberên Suriyê bigehe 3 milyonan. Li gor daneyên NY yên sala 2012, li Suriyê 21,1 milyon kes dijiya.

NY diyar dike ku piraniya kesên ku koçber bûne jî zarokin. Zêdetirê van zarokan jî di bin temenê 11 salî de ne.

Dihête gotin ku ji 2011 heta niha li Suriyê sed hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Rewanbej.net