20 hezar keleşkof di keştiyekê de hatine girtin

20 hezar keleşkof di keştiyekê de hatine girtin

Hêzên ewlekariya bendavên Yewnan nêzîkî şikêrên kardak ê keştiyekî bar dane rawestandin, di encama çavdêriya li ser keştiyê 20 hezar keleşkof dîtin.

Di deryaya Ege de keştiyekî bar nêzîkî şikêrên Kardak ê hêzên ewlekariya Yewnan di encama şikbirinê de hate rawestandin. Ev keştî berê jî ji ber gumana birinû anîna dermanê bêhişker di bin çavan de bû. Di encama vê rawestandinê de hêzên ewlekariyê rastî cebilxaneyeka mezin hatin. Li gel 20 hezar keleşkof kujmeyeka mezin teqemenî jî hate bidestxistin. Li gorî nûçeya ajansa ANA-MPA yê hate diyarkirin ku keştî berê çiye girava Simi ji wira jî derbasî kenava Rodos ê bûye.
Tête diyarkirin ku ev çek û teqemenî dê derbasî Suriyê bûbane.

Çav li rêne ku wezareta deryayî ya Yewnan li ser bûyerê daxuyanî bide.

 

Rewanbej.net