Image processed by CodeCarvings Piczard ### FREE Community Edition ### on 2014-03-12 14:13:15Z | http://piczard.com | http://codecarvings.com
24 jinên Nivîskar û akademisyenên Tirk diçine Cizîrê

Şandeyeke jinan yên Tirkiyê yên ji nivîskar, rewşenbîr û akademisyena pêk tê dê serdana Cizîrê bikin. Mebesta şandeyê ewe da li Cizîrê peyamên aştiyê belav bikin û piştevaniyê bidin Cizîriyan.
Şandeya ku navê xwe wekî `Koma hevkariyê ya jinan ji bo Aşîtiyê` danîn dê li Cizîrê banga aşîtiyê bikin. Şande dê li gel rêxistinên jinan yên herêmê û rêvebirên herêmî hevûdu bibînin.

Destpêşxeriya Jinan ya ji bo Aşîtiyê (BIKG) bi sernivîsa `Dijî şer em deng derdixin` daxuyaniyeka nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de ragihandin ku ewana dê biçin Cizîrê.

Di daxuyaniya zalbûna li ser Aştiyê de weha hate gotin; Em diçin cem wan jinan yên ku neçar mane zarokên xwe birçî û tênî aram bikin, termê keça xwe ya hatî kuştin di cemedxanê de ragire, zaroka wê li milê wê û hate kuştin. Li Cizîrê û li her deverê ji bo bêdengbûna çekan û axaftina aşîtiyê em dê tekoşîna xwe bidomînin.

Jinên beşdarî rêvingiyê dibin;

Gülseren Onanç, Ayşe Kulin, Perihan Mağden, Oya Baydar, Nesrin Nas, Zeynep Oral, Nurcan Baysal, Yasemin Bektaş, Özlem Dalkıran, Ebru Baybora Demir, Ayşe Erzan, Nevin İl, Hande Karakulluk, Ayşe Köroğlu, Çiğdem Mater, Maya Arakon, Nil Mutluer, Filiz Şahin, Mebuse Tekay, Melek Ulagay, Melek Ufuk, Reyhan Yalçındağ, Yaprak Yapsan, Meryem Yavuz.

Nûkirina Dawî : 16 Sep 2015 10:30

Xwendin: 152


Leave a Reply