3 Parlementerên Kurd yên ku dihunê biryara berdana wan hatî dayîn azadin

3 Parlementerên Kurd yên ku dihunê biryara berdana wan hatî dayîn azadin

3 parlementerên Kurd yên ku di derbarê wan de biryara berdanê hatibû dayîn îro serbest hatin berdan.
Dadwerên Dadgeha bilind dawiya heftiyê jî kar kir û vê sibê dengdanên xwe bi rêka dijîtal pêk anîn û biryara dadgehê bi hevdengiyê bi rêka torê pêk anîn û biryara serbestberdana parlementerên Kurd dan.

Piştî ku biryar bi rêka faxê ji bo girtîgehan hate hinartin Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş serbest hatine berdan.

Parlementerên Kurd ji aliyê girseyên gel ve bi coşiyekî mezin ve hatin pêşwazî kirin.

Rewanbej.net