Pûtîn: Emê çekan bidin Sûriyê, obama:Emê lê bidin

Pûtîn: Emê çekan bidin Sûriyê, obama:Emê lê bidin

Li gor nûçeyek Ajansa Anba Moscow Piştî ku civîna G 20 li bajarê San Petersburg ya Rûsya Bi dawî bû serokê Rûsya Vilademîr Pûtîn di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku welatê wî dê berdewam be di pêdana çekan û alîkariya aborî bo rêjîma Sûriyê.

Ji Pûtîn hat pirskirin Rûsya dê alîkariya Sûriyê bike eger rû bi rûyê lêdanek leşkerî ji aliyê welatên derve ve bû, Pûtîn got: Emê wek dema niha alîkariya wan bikin ku emê çekan bidin wan û hevkariya wan ya aborî bikin.

Pûtîn aşkere kir ku, ew texmîn dikin alîkariya me ya mirovî jî bi awayekî hevkariya mirovî ji bo mirovên ku di rewşeke xirap de dijîn dê çê bibe.

Ji aliyekî din ve piştî ku civîna G 20 li bajarê San Petersburg ya Rûsya Bi dawî bû serokê Emrîka Barak Obama di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku ewê li rêjîma Sûriyê bidin û diyar kir ku ewê di nava heyvekê de destwerdana leşkerî li dijî rêjîma Beşar Esed encam bidin û got: Destwerdana leşkerî dê sînordar û bi pîvan be.

rewanbej.net