PYD-6- Kongre- Rewanbej
6.Kongireya PYD’ê destpê kir

Îro 20’ê Îlon’ê li hola Aram Tîgran a li bajarê Rimêlan a kantona Cizîrê bi amadebûna 600 delegeyan û hejmarek mezin ji mêvanan ku ji şandên cuda ji partiyên siyasî û kesayetiyên ji Kurdistanê û Ewrûpayê, 6. Kongireya asayî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê di demjimêr 09: 20 xulekan de dest bi xebatên xwe kir.

Ligor nûçeya malpera fermiya PYD’ê, kongire ji aliyê encumen û desteyên Rêvebiriya Xweser a Demokrat li kantonên Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin û serokên encumenên zangonsaz û encumenên cîbicîkar yên kantonan, hevserokên kantona Cizîrê, nûnerên TEV-DEM û nûnerên civaka sivîl beşdarî xebatên kongirê dibin.

Gotara vekirina kongirê ji aliyê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê, Asya Ebdulla ve hate pêşkêş kirin. Piştre Hevserokê PYD’ê Salih Muslum axivî û diyar kir ku arîşe û giriftên Sûriyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve nayêne çareser kirin. Muslim got, em bi her rengî dîsa jî li gel yekgirtina navdewletîne. Muslum di berdewamiya axiftina xwe de got, sîstema herî pêkan li Sûriyê pergala kantonan e.

Piştre Kemal Kerkukî li ser navê PDK axaftina xwe bi zimanê Erebî kir û got; ”Divê hemû hêz  yekgir bin. Ji bo hêzeke mezin bê avakirin û dijî DÎŞ’ê serkeftin bê bidestxistin û ji aliyê din jî gelê Kurd bigehe armancên xwe yên azadîxwaziyê”.

Herwaiha liser navê Komîteya Navendî ya YNK’ê Mele Bextiyar axaftineka berfireh kir û yekgirtin û hevsengiya hêzên Kurd silav kir. Bextiyar di axaftina xwe de diyar kir ku hêza Kurdî bi Başur, Bakur, Rojhilat û Rojava hêza herî mezin ya Demokrasî û ewlekariya Demokrasiyê li Rojhilata Navîn in “êdî ev dem nîne ku welatên serdestên Kurdistanê weke berê hêzên xwe bikin yek û li ser tunekirina Kurdan bicivin. Êdî ew dem bidawî hatine û dewletên herêmê hêza Kurdan dibînin û neçarin li gel wan giriftên navxweyî û herêmî çareser bikin eger na dê winda bikin”.

Bextiyar di axaftina xwe de rave kir ku PYD û YPG û  YPJ’ê jî dengê Kurdan li cîhanê belav kirine û bûye hêzeke xwegir di nava hêzên tekosîna rizgariya Kurdistanê de.

Kongire hê didome…

Piraniya partî û aliyên siyasî ku ji bakur, başûr û welatên biyanî ji bo 6. Kongireya PYD’ê hatine vexwendin dê gotarên xwe pêşkêş bikin. Lê weke diyar tu partî ji rojhilatê Kurdistanê di kongirê de beşdar nebûne yan nehatine vexwendin.

Nûkirina Dawî : 20 Sep 2015 11:03

Xwendin: 150


Leave a Reply