• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
“99 Morîkên belavbûyî” li Nisêbînê hate xwendin

“99 Morîkên belavbûyî” li Nisêbînê hate xwendin


barkirin: Rezber 25, 2015, 7:08


Romana dawî ya Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv li Nisêbînê hate xwendin.

Hejmarek hezkiriyên zimanê Kurdî îro li Nisêbînê pirtûka nû ya nivîskarê Kurd Helim Yusiv xwendin.

Bi navê koma xwendinê Omer Gultekin, xwendina “99 morîkên  belavbûyî” weha derbirî;

“99 Morîkên Belavbûyî, pirtûka Helîm Yûsiv ya dawî, îro di nav lepên koma(Koma Nisêbînê ya Xwendinê) me de bû. Hin ji me bi Azadê Sêwî re giriyan, hin ji me jê re dibûn giyanê diya wî û wek wî balindeyê reş xwe bi ser de xwar dikir, hin ji me jê re dibûn Bêrîvanê, hinekan ji me nalet li Yasîno û Ebû Elî dianî û hinek ji me wek Feyselê Amûdî(muxtar) ku çawa di wê kampê de asê mabû, di romanê de asê mabûn. Me dikir û nedikir nikarîbûn xwe jê azad bikirana. Lê tiştek hebû ku em hemû wek Azadê Sêwî ji xwe re li welatekî digeriyan sînor bi sînor û welat bi welat… Belê Azado kesên bê welat bê rûmet in!”

dîtin: 266

Pêveker:

“99 morîkên belavbûyî” li nisêbînê hate xwendin

Babetên nêzîk