Agirê Olîmpyadê zivistanî li Soçî gihişt Moskowê

Rêûresmê fermî yê pêşwaziya li agirê 22-mîn Olîmpyadê 2014-an li Soçî li firokexana `Vnokovo-3` destpêkir.
Agirê Olîmpyadê di seferek taybet de ji paytexta Yonanistanê Afînayê gihişte Moskowê.

Piştî ronîkirna kasan, 10 hilgirên çiraxê wê bi agir re li xaka Krêmlina Moskowê bazdin.

Çiraxa pêşîn wê qehremana olîmpî, her weha cîhan û Ewropayê melevana rûsî Anastasiya Davîdova wê hilgire. Gera li dû hev ya fermî wê 7 Cotmehê li Rûsyayê destpêbike. Ger wê 65 hezar kilomitran derbaske û di 83 herman û 2900 bajarên Rûsyayê re biçe. Ger wê 123 rojan berdewambike û 7 şibatê li stadyûma olîmpî `fişt` ya li bajarê Soçî wê bidawî bibe. Li vê stadyûmê wê rêûresmê vekirna listikan birêvebiçe.