Ajalên Kedî Me Bextewar Dikin

Ajalên Kedî Me Bextewar Dikin

Komeke lêkolînerên payebilind yên ji Brîtanyayê ragihandina encama xebatên xwe pêk anîn. Em bi xwedîkirina ajalên kedîkirî bextewar dibin. Tendurustiya me ya zîhnî/derûnî xurt dibe û em ji stressê jî dûr dikevin.

Lêkolînerên ji zanîngeha Manchester, Liverpool û Southamptonê li ser xwedîkirina ajalên kedîkirî hûr bûne û encama xebatên girîng û berfireh yên heya vê gavê pêk hatine, berhev kirine. Encama xebatên xwe yên ku li ser 17 xebatên navneteweyî pêk hatine, ragihandin. Lêkolîner bi xebata xwe bandora ajalên kedîkirî ya li ser tendurustiya benîadem vedîtine.

Encama 17 xebatên navneteweyî jî têkiliya xurt û zexm ya di navbera ajal û xwediyê ajalê de diyar kiriye. Xwediyê ajalên ji 17 xebatên navneteweyî jî diyar kirine ku ew bi xwedîkirina ajalê, xwe di jiyana rojane de pirr bextewar hîs dikin û bi taybetî dema em bi zor û zehmetiyên giran re rû bi rû dimînin.

Lêkolîner diyar dikin ku xwedîkirina ajalên kedîkirî, bondoreke baş li derûniya me dike û em bi wê bondora baş aş dibin, û sedema vê jî ev e; em ji ber xwezaya xwe dixwazin pêwendiyê bi heyînên din re dahînin da ku jiyana me ya rojane hêsantir bibe. Mesela em kûçikê xwedî dikin da ku dema derdikevin nêçîrê alîkariya me bike. Di vê serdema me de jî rê li ber pêşketina taybetmendiyên ferdî vedike û hezkirineke bêşert û merc diyar dikin.

Ajalên kedîkirî ne bitenê hestên subjektîf yên stressê kêm dikin. Xebatên navneteweyî diyar dikin ku terapiyên bi ajalan pêk dihên, bandorê li hestên objektîf yên weke gulpîna dil û germahiya çermê benîadem jî dikin.

Dîsa xwedîkirina ajalên kedîkirî bandoreke baş li tendurustiya me ya derûnî dike. Dema em bi ajalên kedîkirî re mijûl dibin û dema xwe pê dibihurînin, bextewar dibin. Terapiyên bi ajalên kedîkirî pêk dihên, tendurustiya kesên bi nexweşiyên tirsê (anksiyete), psîkoz û nexweşiyên derûnî jî baş dike. Ji lêkolîneke ku li ser 230 kesên nexweş pêk hatiye, diyar bûye ku bitenê terapiyek jî radeya nexweşiyê kêm kiriye.

Rewşa kesên nexweş yên li nexweşxaneyê an jî kal û pîrên li aramxaneyê bi dîtina ajalên kedîkirî baştir bûye. Ajalên kedîkirî hestên pêkenînê/mîzahî gurr dikin û ji tenitiyê dûr dixînin.

Çavkanî: BMC Psychiatry