• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ako Mihemed li ser rewşa Kurdistanê nivîsî

Ako Mihemed li ser rewşa Kurdistanê nivîsî


barkirin: Gelarêzan 11, 2015, 1:29


Eger rewşa Kursistanê weha bimîne dê biftise.

Eger rewşa Kurdistanê bi vî rengî be dê bifetise ji ber wê jî îro ji hemû demekê zêdetir, pêwîstiya Kurdistanê bi vebûneke hundir paşê jî vebûneke derve heye.

Helbet ev demek e ev hesta li ba piraniya xelkê Kurdistanê çêbûye lê dema rojnamevanekî biyanî ji min re got “Piştî 8 salan ez dixwazin ji Kurdistanê herim çimkî partiyên siyasî di nav şerê DAIŞê û bêperebûnê de şerê hev dikin! Êdî paşeroja vî welatî zelal nîne!” ew hest hîn zêdetir li ba min jî çêbû!

Du sal berê dema kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hat, rewş zêde baş nebû. Paşê şerê Sûriye û şerê DAIŞê bi ser de hat lê dîsa jî gelê Kurdistanê bi hêvî bûn ji ber ku partiyên serekî yên Kurdistanê bi hev re di nav hikûmetê de bûn û bi hev re kar dikirin. Vê rewşê wisa kiribû ku gellek kurdên ku li Amerîka û Ewropayê dijîn, ji bo berevaniya Kurdistanê vedigeriyan Kurdistanê. Lê mixabin dema nakokî ket navbera partiyên siyasî gelê Kurdistanê bêhêvî bû û gellek kurdên Başûrî û yên beşên din ên Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê terikandin. Biyanî jî hêdî hêdî j vir diçin û kêm dibin!

Dema mirov li balafirxaneyên dinyayê dibîne kesên biyanî tên Kurdistanê, mirov dilxweş dibe û dibêje Kurdistan jî ketiye nav kategoriya adresên cîhanê. Çend sal bûn Kurdistan ji bo biyaniyan pir balkêş bibû lê piştî ku aramiya siyasî nema ev hêvî jî lawaz bû. 

Pir nexweş e dema mirov ji biyaniyan vê yekê dibihîse “kurd di şerê DAIŞê de mêrxas in lê di nav xwe de ne baş in!” Mixabin ev hesta ku niha çêbûye hêdî hêdî bihêztir dibe. Ev rewş ji bo kurdan, bi taybet di şertên niha de, pir xeter e. Ji ber ku ew nexşe û sînorên ku tevahiya welatên mezin ên cîhanê wek deverên aram lê dinihêrîn, divê carek din were dîzaynkirin. Eger rewş bi vî rengî bidome wê çaxê dê dilê neyarên avabûna Dewleta Kurdistanê xweş bibe. Çimkî dema Dewleta Kurdistanê nebe çavkaniya aramiyê wê çaxê dê nexşeyek were danîn ku tê de dewleta kurdî nebe!

Aramiya siyasî pêşiya hemû aramiyan e, ji ber ku eger aramiya siyasî nebe hikûmet jî nabe, aramiya asayişê nabe, livîn û geşbûna aborî jî nabe û tevahiya warên jiyanê dikevin nav rewşek xirab. Lîbya di warê petrolê de welatekî dewlemend e lê ji ber nebûna aramiya siyasî, rêjîma Muamer Qezafî hat hilweşandin û Lîbya jî ket nav rewşek wisa ku ne tenê biyanî lê xelkê wî welatî jî nikarin tê de bijîn. 

Herêma Kurdistanê gellekî pêşde çûbû. Rast e bi temamî nebibû xwedanê sazî û dezgehên bingehîn lê gavên girîng di wî warî de avêtibû. Lê bûyerên vê dawiyê, Kurdistan dîsa paşde kişand û derbasî qonaxekê kir ku tê de partîtî û hêza partiyê derdikeve pêş. Ev jî ji bo gelê Kurdistanê û paşeroja wî pir biêş e û xewna gelê Kurdistanê, serkirde û mezinên welêt, ku li bendê bûn sûdê ji rewşa niha werbigirin, pûç dike. Ew, li bendê bûn statûyeke serbixwe û navdewletî ji bo Başûrê Kurdistanê çêbibe. Dubare derketina dest û siyaseta partîtiyê dibe sedema wê ku bêhna gelê Kurdistanê teng bibe û pêşiya her cure geşbûnekî bigire. Niha hemû gelê Kurdistanê ji vê yekê nerihet in ku dîsa hêza partîtiyê derketiye pêş û Kurdistan paşde vegeriyaye.

Kurdistanê berê xwe dabû serxwebûna aborî. Serxwebûna aborî tê wateya serxwebûna siyasî. Yên ku felsefeya Marks dizanin, baş dizanin ez çi dibêjim lê aloziya siyasî, serxwebûna aborî û hemû serxwebûnekê pûç dike. 

Niha dema wê ye ku hemû serkirde û hêzên siyasî yên Kurdistanê hewl bidin wê reşbîniya ku li nav gelê Kurdistanê û biyaniyên ku li Kurdistanê kar dikin de çêbûye, nehêlin. Divê hêzên siyasî bi têgîneke çareserker û lihevkirinê nêzîkî hev bibin, her serkirde û aliyê ku di vê qonaxê de xebatek zêdetir bike dê ji hemiyan zêdetir were hezkirin. 

Li aliyekî din, Herêma Kurdistanê divê bi Iraqê û welatên cîran re jî di nav danûstandinê de be. Divê Kurdistan ji wan fêm bike û ew jî ji Kurdistanê fêm bikin. Herêma Kurdistan dê bi vê yekê bikaribe bêhna gelê xwe fireh bike û hêz bide hêviyên xwe yên niha û xewên xwe yên mezin. Bi kurtî; Kurdistan pêwîstî bi vebûnê ye. 

Rudaw

dîtin: 186

Pêveker:

ako mihemed li ser rewşa kurdistanê nivîsî