AKP hemû gitiyên PKK yî dişîne surgunê

AKP hemû gitiyên PKK  yî dişîne surgunê

Li dû fîrara ji girtîgeha Çewlikê, pêla surgun, azar, îşkence û lêpirsînê ya li hemberî girtiyên ji doza PKK’ê naqede. Hat ragihandin, 12 girtiyên PKK’yî yên di 29’ê Îlona 2013’an de ji girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê sirgûnî girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê hatin girtin, di şert û mercên gelekî nebaş de tên ragirtin. Derket holê, ku bêyî eşyayên xwe bi xwe re bînin bi lez û bez hatine sirgûnkirin, li hewşa girtîgehê bi kamerayan her kêliyên tên şopandin û der heqê fîrarê de îfadeya wan hatiye girtin…

Parêzer Raziye Ozturk di 11’ê Mijdara 2013’an de çû serdana girtiyên ji doza PKK’ê yên sirgûnî girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê hatine kirin û agahî da ANF’ê. Ozturk da xuyakirin ku rêveberiya girtîgehê fîrara li girtîgeha Çewlikê ji xwe re kiriye hincet û bi awayekî rêk û pêk li dijî girtiyên ji doza PKK’ê polîtîkaya tolhildanê dimeşîne.

Lêçûna kargo ji bêrîka girtiyan

Parêzer Raziye Ozturk ragihand ku destûr ji 12 girtiyên PKK’yî yên ji girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê hatine sirgûnkirin nehatiye dayîn ku eşyayê xwe bi xwe re bîne û got, “Rêveberiya girtîgeha Çewlikê ku di dema sirgûnê de destûr neda girtî eşyayên xwe bi xwe re bibe, ji bo girtiyên der heqê wergirtina eşyayên xwe de daxwazname nivîsandine diyar kir ku ew dikarin bi rêya kargo bişînin, lê heqê kargo jî dê ji bêrîka girtiyan bê derxistin. Girtiyên ku li dijî vê derketin jî, bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) gelek daxwazname pêşkêş kirin, lê belê heta niha ji wan re bersiv nehatiye dayîn.”

Yaşar ê salek berê ji koxûşê derket jî ket ber lêpirsînê

Ozturk da xuyakirin, ji 12 girtiyên ji doza PKK’ê yên surgunî girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê hatin kirin Firat Yaşar û Velî Kaynak  der heqê fîrarê de ketine ber lêpirsîna rêveberiya girtîgeha Çewlikê û destnîşan kir ku tevî hikumxwar Firat Yaşar salek beriya kolandina tunelê ji aliyê dozgerê înfazê yê Çewlikê bi xwe ji koxûşê hatiye derxistin jî bi îdîaya “zerar daye malê cemaweriyê” lêpirsîn hatiye destpêkirin û di rojên bihurî de li girtîgeha Tîpa F ya Çewlikê îfadeya wî hatiye wergirtin.

BIRADERÊ MEZIN NIHA LI HEWŞÊ YE

Ozturk diyar kir ku di şert û mercên tecrîdê yên li girtîgeha tîpa F de yekane cihê ku girtiyên siyasî lê dikarin bêhnê bistînin hewş e, lê belê li wê derê jî kamera hatine bicihkirin û got, “Girtiyên min pê re hevdîtin kir ragihandin ku li hewşê kamera hatine bicihkirin. Girtiyan diyar kirin ku ji bo rakirina kamerayên mijara gotinê wan gelek caran serî li Wezareta Edaletê dane, lê belê heta niha bersiv wernegirtine. Li cihê yekane yê bi hêsanî lê hilmekê distîne jî, tê şopandin.”

Kaya: Em bang li hikumetê dikin ji riya şaş vegere

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PAJK’î û PKK’yiyan derbarê di demên dawî de surgunên di girtîgehan de pêk tên de daxuyaniyê da û got: “Di vê pêvajoyî de hemû girtigehên li Kurdistanê bi surgunan tên valakirin hebe du sedemên wî hene; bi êrîşa li ser jiyana me ya komînal û birêxistinkirî re bi operasyonên girtinên tomarî re pêşiya pêvajoyê bi temamî bi xitmîne ye.”

Ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê 65 girtî hat sirgunkirin

Ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê 65 girtiyên siyasî surgunê girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê kirin.

Ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê surgunkirina  65 girtiyan pêk hat. Di çarçoveya biryara surgunê ya hatiye girtin de, dihat plankirin duh êvarê surgun pêk were lê ji ber şert û mercên hewayî hatibû betalkirin û îro saet di 15.30’an de bi balafirê şandin. Hat hînbûn ku girtî şandine girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê.

Navê gîrtîyên hatîne sîrgunkîrîn wîhane:

Halîl Îrmez, Omer Atli, Erdal Emeç, Îbrahîm Nîlufer, Seyfettîn Yikar, Mehmet Çoku, Mustafa Ayhan, Nurettîn Turgut, Yucel Çelîk, Şemsettîn Çetîner, Mehmet Çagirici, Vedat Taş, Ragip Pervane, Abdullah Îzgî, Îbrahîm Fîlîz, Ferhat Onder, Lutfu Taş, Ferhat Ozaykan, Cemal Baran, Taner Bozyel, Murat Bîlgîç, Omer Haran, Suleyman Turhan, Muarrem Guneş, Adnan Alsaç, Azîz Bayin, Hamza Bayram, Bejan Hayme, Aslan Akbalik, Huseyîn Aklabalik, Mahîr Bîrgul, Zafer Yildiz, Necmettîn Kaçar, Bîlal Atli, Mahmut Tora, Mustafa Çelîk, Cevher Ay, Bekîr Kaydu, Muhammed Saît Kulu, Serhat Yaşar, Mazlum Ekdî, Mesut Pehlîvan, Şeyhdavut Başkan, Gokhan Polat, Cemîl Dag, Alî Kurt, Îbrahîm Halîl Yaman, Samî Geylan, Hogir Uzunca, Bayram Îpek, Îshan Kaya, Yunus Toy, Bestamî Yilmaz, Hasan Baran Akbaş, Huseyîn Adlig, Ubeyt Şen, Eyup Selîmoglu, Abdullah Yaşa, Sedat Akyuz, AbdurRaziye Ozturk

rahîm Gunerî, Adîl Yalçin, Osman Kaya, Ercan Şengul, Beşîr Arcagok û Ersan Nazlîer.

ANF