• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Alain G Ganon “Neteweyên Kêmîne” bi Kurdî Derket

Alain G Ganon “Neteweyên Kêmîne” bi Kurdî Derket


barkirin: Befranbar 3, 2016, 1:22


Pirtûka Alain-G. Ganon ya bi navê “Neteweyên Kêmîne Di Serdema Nedîyarîya de Li Ser Federalî û Cihêrengîya Neteweyî” bi wergera Ergin Öpengin Ji Weşanên Lîsê Derket.

Armanca serekî ya vê xebata girîng û biwext ew e rêç û rêkarên nû pêşkêş bike wisa ku neteweyên kêmîne bikarin pê bixebitin ji bo azadkirin û bidestxistina selahîyetan di nav federasyonên ku ew tê de ligel neteweyên din dijîn û bi wan re di nav şirîkatîyên cuda de ne. Gagnon van federasyonan wekî “federasyonên pirneteweyî” bi nav dike û hewl dide vê têgehê wekî cureyeke cuda û taybet ya federasyonê binecih bike. Pêşnîyara wî ew e ku cemawerê neteweyên kêmîne divê fikra du rêçên nû yên hev-temamker bikin ber bi federalîya pirneteweyî ve. Rêça ewil, divê ew ji bo rizgarî û azadbûna neteweyî bixebitin –bi şiklê bikaranîna mafê çarenûsî di nav federasyonê de– bi rengê veguhertina federasyonê li ser bingehê muzakereyan wisa ku federasyon rê bide rizgarîya neteweyî û rêxweşker be ji bo binecihbûna wê. Rêça duyê, divê ew di nava neteweya kêmîne de ji bo desthiltdarkirina neteweya xwe bixebitin bi rêya bikaranîna hêz û selahîyetên xwe yên çarenûsî û bi awayên nû yên beşdarîya sivîl û çandî di jîyana cemawerî ya neteweya xwe de.
James Tully (Profesorê Zanistên Siyasî)

LÎS/ ZANÎSTÊN SÎYASÎ
Alain-G. Ganon 
Neteweyên Kêmîne Di Serdema Nedîyarîya de Li Ser Federalî û Cihêrengîya Neteweyî”
Amed, Berfanbar 2015 
204 Rûpel 
Weşanên Lîs
E :[email protected]
T: 0412 2290009

dîtin: 494

Pêveker:

alain g ganon