Alîyên Rojavayê Kurdistanê: PYD Dergehê Sînorî bo Berjewendîya Xwe Qorix Kiriye

Alîyên Rojavayê Kurdistanê: PYD Dergehê Sînorî bo Berjewendîya Xwe Qorix Kiriye

Alîyên siyasîyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) derwazeya sînorîya navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kiriye karteke fişarê bo ser hêzên dinên evê parçeya Kurdistanê û bi hemû şêweyekê ji bo berjewendîya xwe bi kar dihîne. Alîyên Rojavayê Kurdistanê tekez jî dikin, ku pêywîste PYD dest ji qorixkirina evî sînorî berde, çimku bi gotina wan, ew dergeh bo xelkê Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin nek bo berjewendîya tenê partîyekê.

Rojnameya Hewlêr çapa Hewlêr paytextê herêma Kuridstanê di hejmara îro ya xwe de raportek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û alozîyên navbera alîyên siyasîyên evê parçeyê Kurdistanê bi taybetî li ser mijara derwazeya sînorîya Sêmilka ya di navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de amade kiriye û tê de ragihandiye, ku PYD bale PKK ê li Surîyeyê, dest bi ser hemû comgeyên Rojavayê Kurdistanê de girtiye û tenha jêderê girêdana nawçeyê bi derve (sînorê Sêmilka ya Xabûrê) qorix kiriye û di hember evî akrî de jî wezareta navxweya hikûmeta herêma Kurdistanê di beyannameyekê de ku pêr roja şembîyê belav kiriye, amaje bi ewê çendê daye ku ew wek hikûmeta herêma Kurdistanê rê nadin xala sînorîya navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bo berjewendîya alîyekê diyarkirî bihê bikaranîn da ku bi rêya wê pêgeha xwe bihêztir bike.Li gor evê raportê, alîyên siyasîyên Rojavayê Kurdistanê amaje bi ewê yekê didin, ku pêywîste PYD dest ji qorixkirina evî sînorî bihîne, çimku ev sînor bo xelkê Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin, nek bo berjewendîya take partîyekê. Rojnameya Hewlêrê ragiahndiye, ku reftarên takrewên PYD bi şêweyekê nîgeranî li nik partî û alîyên sinên Rojavayê Kurdistanê dirust kiriye ku bi gef bo ser pêşeroj û yekrêzîya navbera alîyên siyasîyên Kurdistanê dizanin.Peyvdarê Desteya Bilinda Kurd Ehmed Silêman jî ragiahndiye:´´daxistina evî sînorî bandoreke gelek xirab dibe, çimku take rê bû ku Rojavayê Kurdistanê bi derv eve girê dida û jiyana evê xelklê ku li wê derê dijîn, bi herêma Kurdistanê ve girê dabû.´

 

Silêman herwiha amaje bi ewê çendê jî daye ku ewan daxwaz kiriye ku kombûnek di navbera nûnerên alîyên siyasîyên Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê pêk bihê da ku çareyek bo evê arîşeyê bihê vedîtin.

 

Peyvdarê DBK amaje bi ewê yekê jî daye ku nabe nakokîyên navbera alîyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bibe hokarê ragirtina sînorê navbera herêma Kurdistanê û pêywîste çareyek bo evan arîşane bihê vedîtin û xelkê sivîl nebine qurbanîyê nakokîyên siyasî.

 

Her di heman bareyê de endamê Encûmena Niştîmanîya Kurdên Surîyeyê Dr. Kawe Ezîz li herêma Kurdistanê ji rojnameya Hewlêr re ragiahndiye:´´ mixabin PYD ew derwazeyê sînorî bo bihêzkirina xwe bi kar dihîne û hemû dahatên evê derwazeyê box we dibe.´

 

Ezîz herwisa dibêje:´´PYD ev derwaze kiriye karteke fişar bo ser hêzên dinên Rojavayê Kurdistanê û bi hemû şêweyekê di berjewendîya xwe de bi kar dihîne.´

 

Jêder: Rojnameya Hewlêr