Altan Tan: Dema dawî ya bikaranîna Erdogan hatiye

Altan Tan: Dema dawî ya bikaranîna Erdogan hatiye

Hevpeyvin; Perwer Yaş-ANF-Bruksel

Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan da xuyakirin ku di navbera Îslamiyên Neolîberal û ekola Erdogan de wê cihêbûnek cidî pêk were û got, “Di warê siyasî de dema dawî ya bikaranîna Erdogan qediyaye. Erdogan ji projeya Îslama nerm dûr ketiye. Tevgerên Îslamî jî xwedî ezmûna demokrasiyê nîne.”

Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, li dûr darbeya leşkerî ya li Misrê, şikestîna li projeya “Îslama nerm”, bandora vê li herêmê, ezmûnên Birayên Musliman û rola Tirkiyê a di cîhana Îslamê ya moderne de ji ANF’ê re nirxand.

Hûn darbeya li Misrê çawa şîrove dikin?

Eger li Misrê Mubarek jî bi hilbijartinên demokratîk bi normal bibûya Serokkomar, ezê li hemberî çûyîna wî jî derketibûma. Li Sûriye, Erebîstana Sûûdî û li tevahiya welatên Rojhilata Navîn dîktatorî hene û li van ti carî rêxistinbûyînên demokratîk nebûye, name. Ji ber vê yekê gel li dijî Mubarek rabû û ew bir. Niha li Misrê heman tişt tê jiyîn, sal û nîvek piştî çûyîna Mubaret darbeya leşkerî bû. Rêveberiyeke navberê çê bû. Piştî vê rêveberiyê hilbijartin hat kirin û di encamê de rêveberiyeke rewa hat hilbijartin. Çawa dibe bila bibe, têkbirina rêveberiyeke rewa ya hilbijartî bi rêya darbeya leşkerî ne rast e. Ji ber vê yekê, vê darbeyê şermesar dikim. Niha Birayên Muslim bang li Mûrsî dikin ku vegere. Bi dîtina min eger veger jî, divê guhertinên pêwîst bike û di demeke kin de ji nû ve hilbijartinan pêk bîne. Ji ber ku cihê guhertina demokrasiyan hilbijartin e.

Nêrîna AKP’ê ya li ser darbeyê û ya we li hev nake.

Na, darbe darbe ye, lê AKP tirsiya ye, ji vê ders derxistiye, ev mijareke din a nîqaşê ye. Ders hene divê Musluman û Birayên Musliman jî jê derxîne. Beriya hertiştî em bêjin birayên Musliman ti kêmasî nekiriye, ev jî şaş e.

“DI NAVA TEVGERÊN ÎSLAMÎ DE KÊMASIYA EZMÛNA DEMOKRASIYÊ HEYE”

Îhvanul Muslimin (Birayên Musliman) û Mûrsî li ku derê şaşitî kirin?

Li welêt pirsgirêkên mezin hene. Ez çûm min dît. Çûm Qahîreyê, Îskenderiye û Suveyşê. Li wan deveran xizaniyeke gelekî mezin heye. Ezmûneke demokrasiyê ya gel tineye. Em li Tirkiyê demokrasiyê rexne dikin, lê li Tirkiyê ji sala 1950 û vir ve h ilbijartin tên kirin. Baş, nebaş, rast ne rast, hukûmet tên avakirin, dûre têk diçin, darbe çê dibin, dîsa dikevin rêya xwe. Li Misrê jî hema hema demeke wê ya normal tineye. Kêmasiyên cidî yên aboriyê heye. Xwedî ezmûnên demokrasiyê nîne. Nuqteyek din jî, zêde kadroyên wan tineye. Kevneşopiyeke wan a demokrasiyê tineye. Mînak, li Misrê ezmûna Îslamî ya girîng heye. Beşeke mezin a gel dixwaze şerîat vegere. Li hemberî wê mirovên vê naxwazin jî hene. Divê ji van re jî qada jiyanê bê vekirin. Divê weke welatiyên di rêza duyemîn de neyên dîtin. Tevgerên Îslamî yên li Rojhilata Navîn ezmûnên wan ên demokrasiyê nîne. Ev be ezmûnî li gel Erdogan jî heye. Dibêje, “Min ji sedî 50 yê dengan stend, ez dikarin vê bikim, wê bikim.” Na tu nikare bike, ji sedî 1 be jî, mafê wî mirov an wan mirovan hene ku tu nikare dest bidê. Heman tişt li gel Sosyalîzmê jî heye, Stalîn jî bi milyonan mirov kuşt.

“ÎSLAMIYÊN NEO LÎBERAL Û EKOLA ERDOGAN WÊ CIHÊ BIBIN”

– Gelo li Tirkiyê Îslamî nebû xwedî çavkaniyên xwe?

Li Tirkiyê çavkaniyên Îslamî yên xweser hene. Mînak Seîdê Nûrsî. Lê divê ew di kategoriyeke cûda de bê nirxandin. Mînak, ji Fazil Kisakurek destpê dike û dewam dike, Sezaî Karakoç, nivîsên din ên rewşenbîran, piştre Mîllî Goruş a Necmettîn Erbakan. Di heman demê de kevneşopiyeke me ya xurt a tarîqatê heye. Naksîbendî, Kadîrî, Rûbaî, ev hemû kevneşopiyan bandor li Tirkiyê kirin.

– Li gel van ezmûnan, AKP çima di Îslamiya siyasî de bi ser ket?

Modêla li Tirkiyê ket krîzê. Recep Tayyîp Erdogan entegreyî polîtîkayên neo-lîberal bû û ji xeta projeya Îslama nerm derket. Hîn bêtir bû Îslamiya Tirk, navendiya Îslamî û hîn bêtir netewperestina împaratorî bi ol re tevlîhev kir û ket nava refleksek paşverû. Got; ewê vê weke modêlekê bide rûniştandin û dest deyne ser tevahiya herêmê. Tirkiyê piştgirî da Tarik Haşimî, ji wî re partî ava kir û ew rêvebir. Li Sûriyê ji ser Îhvan û piştre Selefî, bi Qatar û Erebîstana Sûûdî re hevkarî kir û hewl da di dem û rêyeke kurttir de bi ser bikeve. Li Tûnis û Misrê jî heman kar kir.

Îslamiyên li Tirkiyê niha di nava krîzekê de ne, nîvê wan piştgiriyê didin Tayyîp Erdogan. Lê belê civata Gulen a vê rê şaş dibîne û di wê baweriyê de ye ku wê zerarê bide, li dij derdikeve. Di dema pêş de wê li Tirkiyê di navbera Îslamiyên neo-lîberal difikirin û ekola Erdogan de cihêbûneke cidî çê bibe.