Altan Tan şiyarî da Erdogan!

Altan Tan şiyarî da Erdogan!

Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan daxuyand ku hikumet di qonaxa aşitiyê ya li Tirkiyê de gavên pêwîst navêje û serokwezîrê Tirkiyê Erdogan jî şiyar kir. Altan Tan bang li Erogan kir û got ku heger Kemalîst û Ergenekonî cardin bibin desthilat dê hemû tişt bo te berovajî be.

Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan beşdarê xarina fitarê ya partiya xwe ya li Elezîzê bû û daxuyand ku hikumet di qonaxa aşitiyê ya li Tirkiyê de gavên pêwîst navêje. Tan diyar kir ku ew tekoşîna demokrasî û aşitiyê bi rêve dibin û got: ’Kurd piştî ev hinde zilm û zor û fişarê jî dibêjin emhemû birane. Divê hemû gel, bawerî li gel hev bijîn. Werin em pêkve Tirkiyeyek nû ava bikin. Rojihata Navîn ya nû û cîhanek nû ava bikin’.

Tan di avaftina xwe  de bang li Erdogan kir û got ku heger makezagoneke nû çênekin dê Ergenekonî û Kemalîst ji nûve desthiladar bin û ji bo te jî hemû tişt berovajî be. Tan got:’Xweda hêzek daye te. Were makezagonek rast û dirust dayne pêşiya gel. Şer neke, qêr neke. Hemû kesênli ser vê xakê dijîn birayê hevin. Heger em makezagonek nû çênekin dê aqûbeta welatê  me jî weke yên  li derdorê be. Heger tu makezagoneke nû öênekî dê dumahîka te jî ne bi xêrê be’.

Rewanbej.net