• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Amedspor

Amedspor


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Rêbendan 4, 2016, 11:19


Li vê dinyayê du tişt ji her tiştî bêtir dilê min xweş dikin, yek jê dema bi futbolê dilîzim ya din jî dema helbestekê diqedînim.
Wekî hatiye gotin û gelek kes dizane, tu carî futbol ne tenê futbol e ji bo min jî…
Di zarokiya xwe de ez li ser futbolê ‘dîn’ dibûm û ‘24’ saetan top ji xewna min û destê min dernediket.
Min her bi futbolê lîst û di 16 saliya xwe de tîma Sokespor ya lîga duyemîn xwest min transferî tîma xwe bike lê mudurê dibistana me destûr neda û ya rast xeyala min jî ew bû ku yekser di Galatasaray de bilîzim. Paşre min di tîma Pafê ya Bakirkoyspor de dest bi futbolê kir û ji ber di salên 90’î de dijminatiyeke ber biçav li dijî Kurdan dihate kirin û berî her maçê merşa Tirkan dihate xwendin di wî emrê xwe yê biçûk de min dest ji futbolê berda.
Dixwazim bêjim ku ji ber min nelîst her dem futbol wekî kulekê di dilê min de ma. Aliyê min yê politîk nehişt ku bi dilê xwe tevbigerim û berdewamiya futbolê bi profesyonelî bikim, mixabin!
Çend sal berê jî li ser pêşniyara şaredareke me komisyona sporê xwest ez di rêvebiriya Amedspor de cih bigirim. Min bi yek şertî qebûl kir divê ez berpirsiyara binesaziyê bigirim ser xwe. Wan jî got erê û nêzî salekê em bi hev re xebitîn. Hemû xewn û xeyala min ew bû ku li hemû bakurê Kurdistanê bigerim, zarokên Kurdan yê xweş bi futbolê dilîzin bibînim, bi destê wan bigirim wan bînim Amedê û di tesîsa me de bi cih bikim û wekî felsefeya Katalana (Barcelona) berî ku wan bikim futbolîsteke baş wan bikim mirovekî baş. Di wê xewn û xeyala min de wê hemû futbolîstên Amedspor ji wan zarokan pêk bihatana. Wê ew zarokana bi Kurdî mezin bibana, minê dersê zimanê Kurdî bida wan, wê helbest û romanê Kurdî bixwendana û dema derketibana sehê jî, di maçê fermî de jî wê tenê bi Kurdî bi hev re bipeyivana.
Hey me nekiribû û ji me re nebibû qismet divê me ev şert û merç ji zarokên xwe re amade bikira. Di destpêkê de me civîna xwe ya ewil bi nêzî 50 futbolîstên tîmên me yên cuda cuda re kir. Pêşî axaftina ewil teknik dîrektorê anha yê Amedsporê hevalê me Sertaç kir. Behsa giringiya hebûna zarokên Kurdan, behsa sekna me û helwesta me kir ku divê çi be. Behsa projeyên me kir ku di pêşerojê de divê em çi bikin wekî tîmen Kurdan.
Tenê di futbolê de 4-5 timên me yê ji 12 saliya xwe heta 18 saliya hebû. Wekî din heman tîm di basketbol, voleybol û hwd hebûn.
Paşre Sertaç xwest ez bipeyivim wekî berpirsiyarêk ji binesaziyê klubê. Dema min dest bi axaftina Kurdî kir û min jî nerînê xwe bi wan re parve kir ew bêdengiya salonê û nerîna wan qet ji bîra min naçe. Diyar bû ku ew jî amadebûn ji bo ew tiştên em ji wan dixwazin. Tenê ji wan re rêyek lazim bû, tenê ji wan re nerînek lazim bû û tenê ji wan re kesin lazim bûn ku bi destê wan bigirin, bê divê çi bikin, çawa bikin!
Bi heyecaneke mezin wê salê me navê klubê di fermiyetê jî guhert û hevalên me yên berê ku kedeke mezin da bûn û navê Amedspor di lîga amatorê bi federasyonê dabûn qebûl kirin, mafê wî navî dan me û me bi kongreyê xwest destpêkeke baş bikin. Dîsa me xwest bi fermî em rengê Amedspor bikin keskûsorûzer û ev yek bi fermî hate qebûl kirin. Me logoyeke nû jî jê re çêkir û me dest bi xebatên xwe kir.
Di salekê de me gelek tiştên baş bi hin hevalên xwe re kir. Hêdî hêdî ew tiştên me dixwestin bikin bi cih dibûn û ev yek li gel gelek kêmasiyan moral dide ma.
Lê mixabin wekî di gelek mijaran de di sporê de jî tunebûna projeksiyoneke demdirêj û berjwendiyên şexsî û hizbî rê li ber gelek tiştên xweş û baş girt.
Hin hevalên me ji klubê dûrketin(!) û min jî ji ber hin sedeman dest ji kar berda û bi kongreyeke nû rêvebiriya anha hat saz kirin û di heman kongreyê de nasnameya Amedspor bi derxistina rengê zer ji nav keskûsor û bi guhertina navê Amedspor ya bi şûna Amed Sportif Faaliyetler Klubu hate basko kirin!
Mixabin siyaseta Kurdan hîn jî tênegihiştiye ku spor li ser civakê xwedî bandoreke çawa ye. Siyaseta Kurdan ya naxwaza vê yekê bizanibe ya jî nezaniya vê yekê ji xwe re dike behane. Lê ez vê yekê baş dizanim ku heqê wan tune ku vê neheqiyê jî li vî gelî û zarokên wan bikin. Mebesa min ji neheqiyê ev e; eger kesên ku ji vî karî fêm nakin hûn bikin berpirsiyarê vî karî mixabin hûnê encamên baş wernegirin. Eger hûn kesên li ser navê xwe ‘dimrin’ bikin rêvebir, eger hûn kesên ku bi dû berjewendiyên xwe de ne bikin bersiyarên hin tiştan, eger hûn kesên ked dane, didin bi hin ‘politikayên’ ji xwe dûrbixin wê tu carî ew ‘projeksiyona’ em dibêjin wê riya we ron neke.
Emê di nivîseke din de berdawam bikin…

dîtin: 144

Pêveker:

amedspor