ISIS- Euorupe Members- Rewanbej
Amerîka: 30 hezar çekdarên biyanî di nav rêzên DAÎŞ’ê de hene

Saziyeke Ewlekariya Amerîkayê aşkera kiriye ku hejmara kesên biyanî ku weke endam çûne nav rêza Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê, niha 30 hezar çekdarin.

Li gor rojnameya NewYork Times’ a Amerîkî, saziyeke Ewlekariya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, aşkera kiriye ku ji sala 2011’ê heya niha 30 hezar çekdarên biyanî ji bo tevlî Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê bibin çûne Îraq û Sûriyê.

Ligor heman çavkaniyê, ev kesên biyanî ji 100 welatên cîhanê ne.

Li gor çavdêrên siyasî, beşdarbûna biyaniyan di nav rêzên DAÎŞ’ê de li derveyî bendewariya cîhanê bûye, di demekê de ku sala borî tenê 15 hezar kesên biyanî di nava rêzên DAÎŞ’ê de bûne.

Nûkirina Dawî : 29 Sep 2015 0:41

Xwendin: 114


Derbarê nivîskarde

Leave a Reply