• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Amerîka  çawa li Serokatiya Barzanî dinêre?

Amerîka çawa li Serokatiya Barzanî dinêre?


barkirin: Rezber 24, 2015, 12:58


Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kirby roja sêşemê 20’ê Cotmehê.

– Tenê çend pirs derbarê Îraqê. Serokwezîrê Herêma Kurdî di çend rojên borî de li Îranê bû. Wî hewla hewkariya Îranê di çareseriya pirsgirêka siyasiya Herêma Kurdî daye. Hin çavdêrên Herêma Kurdistanê gotine ew yek ji ber nebûna bandora Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li herêmê ye. Kaosek heye ku Îranî tije dikin. Gelo hûn bi vê re ne?
Kirby: bandor-nebûna bandore li Îraqê?

– Li Hermê. Bi taybet li Herêma Kurdî de. Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê ji bo çareseriya pirsgirêkên navxwe, xwedî dewreke bi bandor nebûye û Kurd niha wiha hest dikin lazime ji bo çareseriya wan pirsgirêkan berê xwe bidin Îranê.
Kirby: Aha, Bêguman mafê wan heye bi her kes û aliyekê re ku bixawzin biaxivin. Lê ez dijberî her îhtîmal, xeyal yan bawerekê me ku dibêje Amerîka xwedî dewreke girîng nîne, di rastiyê de dewra serke di têkoşîna hevpeymanan li dijî Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê ya me ye. Li ezmûn û karnameya me binêre, binêr me çi kiriye.

– Ez behsa kirîza siyasî ya Herêma Kurdan dikim li ser helwêsta Serok barzanî.
Kirby: Ez bawerim em gelek caran li ser vê mijarê axivîne. Dizanî dema ew li ser vê mijarê diaxiftin, em ji bo hin axiftinên destpêkê hatine vexwendin û em ji wan vexwendinan dilxweş û beşdar jî bûn. Lê dawiya dawî ev mijar û biryareke ku lazime siyasetmedarên xwecîh bi xwe biryarê bidin û em hurmetê didin wan. Piştevaniya me li Îraqê bi riya Hikûmeta bexdayê ye û em li ser piştevaniya xwe berdewamin.

– Baş e, ew yek biryareke navxweyî ye. Lê pirsa dawî. Weke xuyaye belkî hûn dema behsa avêtina pêngavên praktîkî li Herêmê bê kirin, alîgirtiyê bikin. Weke mînak, doh General Joseph F Dunford li Kurdistanê bû û bi awayeî aşkera Barzanî weke ’’Serok’’ binav kir, di demekê de li Herêma Kurdan de gelek kes bawerin dema serokatiya navbirî bi dawî bûye. Çima.
Kirby: Me behsa vê babetê kiriye.

– Rayedarekî Pile bilind yê Amerîkayê ji Barzanî re dibêje, Serok. Mebesta min ev e, gel hûn weke rêberê şerî yê herêma Kurdî li barzanî dinêrin?
Kirby: Me berê nehsa vê yekê kiriye, Di demekê de ku wan…

– Dikarî cardin bersivê bidî? Hûn Barzanî bi şerî dizanin?
Kirby: Dizanî, ger tu bihêlî ez bersivê bidim ez jî dilxweş dibim. Lê lazime êdî axiftina min qut nekî base?

– Helbet.
Kirby: Di demkê de ku dan û standin û gotûbêj di navbera wan de berdewamin. Barzanî hê di wî postî de ye, ji ber vê jî em navbirî weke serok dibînin (di demekê de) ku ew gotûbêj berdewamin. Lê dawiya dawî, ew biryareke ku lazime siyasetmedarên Kurd bi xwe biryarê li ser vê mijarê bidin û min berê jî ew yek gotiye. Başe?

Wergerandin: Rewanbêj

dîtin: 172

Pêveker:

amerîka çawa li serokatiya barzanî dinêre