• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Amerîka hêzê dişîne Rojava

Amerîka hêzê dişîne Rojava


barkirin: Rezber 31, 2015, 10:49
xwendin: 147


 

Berdevkê Fermî yê Koşka Spî,  Josh Arnaist doh 31’ê Cotmehê  ragihand Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê biryar daye hêzêke taybet bişîne Sûriyê.

Josh Arnaist di civîneke çapemeniyê de got: “Amerîka dê nêzî 50 efseran bişîne navçeyên di bin kontirola Kurdan de û dê  ew hêz xwedî rolekî mezin be”.

Hêjayî gotinêye ew nûçe ji aliyê çend berpirsên Amerîkayê ve hatibû ragehandin, lê Koşka Sipî bi awayekî fermî ev nûçe ragehand û tekez kir ew hêz dê karê şêwirmendiya leşkeriyê  bo hêzên li dijî DAIŞ’ê bikin.

Ligor nirxandina siyasetmedarê berê yê Amerîkayê, Retshard Has şandina hêzê ji aliyê Amerîkayê ve bo Sûriyê guhertinek bigehîn di siyaseta Amerîka deye, ” di pilanê de heye sûriye dabeşî 6 navçeyan be ku yek ji wan navçeyan ji bo Kurdan e.’’

Pêveker:

amerîka hêzê dişîne rojava