Amrazên sazkirina çavkaniyan

Di zimanê Kurdî de taybetmendiyeka nawaze heye ku ji xeynî çavkaniyên ‘sade û girêbend (lêkdiraw)’ çavkaniya ‘sazbend (darêjiraw)’ jî heye, bi van amrazên ku li xwarê hatine nivîsandin saz dibin, bi van amrazan hem çavkaniya nû hem jî wateya nû saz dibin.
Dibe ku amrazên din jî hebin, lê yên sereke û herî roldar van amraz in ku hatiye nivîsandin, ji bo berçav ronî hinek mînakan:
*HIL: Hil-bijartin, Hil-kirin, Hil-anîn
*DA: Da-girtin, Da-rizandin, Da-ketin
*RA: Ra-gihandin, Ra-kirin, Ra-borîn
*JÊ: Jê-birin, Jê-kirin, Jê-bûn
*LÊ: Lê-xistin, Lê-kirin, Lê-kolîn
*PÊ: Pê-dan, Pê-kirin, Pê-ketin
*TÊ: Tê-koşîn, Tê-kirin, Têxistin
*VE: Ve-kirin, Ve-kolîn, Ve-bûn
*VÊ: Vê-xistin, Vê-kirin, Vê-ketin
*LÊK: Lêk-dan, Lêk-kirin, Lêk-birin
*PÊK: Pêk-anîn, Pêk-kirin, Pêk-hatin
*TÊK: Têk-dan, Têk-birin, Têk-çûn
*RÊK: Rêk-xistin, Rêk-ketin, Rêk-kirin
karekî pirr giring û pêwîst e ku ji bilî peyvên duvkirî (bi hev re girêdayî) em ji wan amrazan sûdmend bin, herwiha çavkaniya nû û wateya nû pê sazbikin û biafrînin ku di niha de zimanê Kurdî gelek pêwîsdarê çavkaniyên nû û zêdetir e.
//Qandîl Şeyxbizînî