Antîkayên Ji Serdema Îsa Pêxember

Li Îsraîlê danasîna antîkayên ji dewra Îsa pêxember pêk hat. Bi vedîtina çend heb antîkayên ji sedsala pêşin, ewrên reş û tarî yên li ser dewra Îsa pêxember dûrdikevin.
Vedîtina antîkayên ji sedsala pêşin li der û dora bajarê Orşelîmê (Quds) û Celîleyê pêk hatiye ku Mesîhî di wê bîr û baweriyê de ne Îsa pêxember li wir jiya ye. Antîkayên vedîtî ji kûzik, fere û fol (firaq), zêr û zîv, hestiyên mirov yên ji gorên bi destnivîsa zimanê Îbranî û mixên ji bo çarmix kirinê, pêk tê.
Profesor Gideon Avni, rêveberê beşa şûnwarnasiyê ya Dezgeha Antîkayên Îsraîlê wiha dibêje; "Ji ber vedîtinên dawîn em a niha bi awayeke hêsantir û berfirehtir dikarin li ser jiyana rojane ya wê sedsalê bifikirin, ji zarokên Xwedê dayî bigere heya şêweyên xwe têrkirinê, ji gera mirovên wê sedsalê heya şêweya meyîdên xwe veşartinê, zanyariyên girîng vediguhezînin."
Dîsa Dezgeha Antîkayên Îsraîlê heya vê gavê ji mîlyonekê zêdetir antîka berhev kirine û her sal li der û dora 40.000 antîkayên din li wê hejmarê zêde dibe. Şûnwarnasên dezgehê li 300 şûnên cihêreng karên xwe berdewam dikin. Ji xebata dawîn vedîtina çend heb pereyên hûr yên ji dema Romiyan bû, li nêzikî Orşelîmê di xaniyekê de ku hecî li wir diman, pêk hat. Pereyên hûr ji sedsala 4 heya 7an û neh (9) heb in, û di dîwêr de hatine veşartin.
Şûnwarnas Annette Landes-Nagar wiha dibêje; "Guman jê nîne ku di wê serdemê de ji aliyê Îranê li hember Romiyan êrîşek hebû ye ku Mesîhî bêgav mane û ji cihên xwe dûrketine."
Çavkanî: BELGA