Artêşa Kongoyê 120 serhildêr kuştin

Artêşa Kongoyê 120 serhildêr kuştin

Di daxuyaniyekê de hate gotin ku Komara Demokratîk ya Kongoyê di operasyonekê de 120 çekdarên serhildêr kuştiye.

Rawêjkarê hikumetê Lambert Mende diyar kir ku li gundê Kibatî artêşê operasyonek kiriye û carek din serweriya xwe bi dest ve hîneye. Mande got di dema şer û pevçûnan de 120 çekdarên rêxistina M23 hatine kuştin û 12 leşkerên artêşê jî mirine.

Xelkê herêmê jî diyar kirin ku şevê din ji zêdetirî 100 kesên ku cilên jinan ber kiribûn ji Ruandayê hatine vê herêmê û li ser vê yekê pevçûn dijwar bûne. Hate gotin ku şerê di navbera artêşa Kongo û tevgera M23 evro jî berdewam dike.

Neteweyên Yekbûyî di meha Hezîranê de raportek weşandibû û diyar kiribû ku di demên dawî de leşkerên Ruandayî beşdariya rêxistina çekdar ya M 23 dibin. Ruanda jî van îdîayan qebûl nake.

Rewanbej.net