Artêşa Misirê şiyarî da Mursî û opozîsyonê

Artêşa Misirê şiyarî da Mursî û opozîsyonê

Artêşa Misirê ji bo serokkomar Muhemmed Mursî û serokên opozîsyonê nakokiyên navbera xwe çareser bikin û li hev werin 48 demjimêran wext da Mursî û opozîsyonê.

Piştî ku xwepêşanderên dijî serokomar Mursî navenda giştî ya rêxistina Birayên Misliman şewitandin, wezîrê parastinê û serfermandarê giştî Orgeneral Abdulfettah El-Sîsî peyamek weşand û tê de bi rijdî daxwaz kir ku di nava 48 demjimêran de serokomar û aliyên opozîsyonê li hev werin. El-Sîsî destnîşan kir ku heger alî li hev nekin dê ew bixwe planeka nû ya çareseriyê aşkera bike.

Disa xwepêşandanên bi xwîn destpêkir

Roja yekşemê yekemîn salvegera hilbijartinên Misirê yê piştî desthiladariya Husnî Mubarek bû ku di vê hilbijartinê de Muhemmed Mursî serkeft. Bi armanca protestokirina desthiladariya Mursî heman rojî danê êvarî dijberên Mursî li meydana Tahrîrê li hev civiyan û tevahiya şaevê li meydanê man. Rojtira din an ku roja duşemê li meydana Tahrîrê çalakiya rûniştinê veguherî pevçûnan û xwepêşandêran bi molotofan agir berdan navenda giştî ya rêxistina Birayên Misliman. Hindek çalakvanan di dema çalakiyê de avahî talan kirin. Di nava avahiyê de pevçûn derket û li gor daxuyaniyên rayadaran 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha di dema xwepêşandanan de jî şer rû da û bi giştî 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Piştî van bûyeran li bajarê Qahîre û bajarên başûr jî xwepêşandanan destpêkir. Li gor daxwiyaniya navxweyî nêzîkê 3 milyon kes tevlî xwepêşandanan bû.

Çalakvan îdîa dikin ku hukumet hewl dide desthiladariyê bixwe yekdestî, heta niha nekariye arîşeyên aborî çareser bike, ji ber vê rêjeya tawanbariyê zêde bûye û her weha pevçûnên ku ji ber cudatiya hizrên olî derdikevin jî nayên kontrol kirin.

Serokkomar Muhemmed Mursî li ser van bûyeran bersiv da pirsên rojnameya Guardian ya Brîtanî û diyar kir ku hegerew serê xwe li beramber van daxwazan bitewîne û dest ji kar bikêşe dê serokkomarê piştî wî jî naçar bibe ku di nava hefteyek an jî mehekê de derst ji kar bikêşe.

Niha jî çavê raya giştî li ser rûdanên Misrê, xwepêşandan û şiyariya artêşê ye.