Asayişa Emerîka nehişt ku xwepêşander nêzîkî mala Fethullah Gulen bibin

Asayişa Emerîka nehişt ku xwepêşander nêzîkî mala Fethullah Gulen bibin

Hêzên Emerîkî xwepêşanderên dijî Fethullah Gulen nêzîkî mala wî jî nakin.
Ev demeke di amurên weşanê yên dîmenî, devkî û civakî de qala wê têkirin ku dê komek mirov dijî Fethullah Gulen xwepêşandanê çêbikin û dixwazin vê çalekiya xwe li ber dergehê mala wî pêk bînin. Birêkxistina ku ji aliyê Armagan Yilmaz yê ser bi TKP ve tê sazkirin ji aliyê hêzên asayişê yên Emerîkî ve hatin astengkirin.
Biyanoya Polêsan eweye ku li pêş dergehê Gulen ciyê xwepêşandanê û şermezarkirinê nîne û ji bo xwepêşanderan jî ewana nikarin rêka navgihînan asteng bikin.

Xwepêşander neçar man ku 5 mîl dûrî mala Gulen navgihînên xwe bicî bikin. Di heman demê de nişteciyên bajêr jî destûr nedan ku xwepêşander navgihînin xwe li pêş malên wa rawestînin. Ji ber van sedeman jî xwepêşanderan nekarîn dijî Fethullah Gulen şermezariya xwe rave bikin. Rêveberê xwepêşandera ji bo karmendên weşangeriyê ragihandin ku pergala kuştdar û êşkencedar ya Tirkiyê bi ferman û rêveberiya Fethullah Gulen dimeşe û di heman demê de dane zanîn ku belgenameyeke 570 rûpelî di derbarê rêkxistin û karên Gelen yên Emerîka de di dest wan de heye ewana dê vê belgenameyê raveyî hemî weşanvan û ragihandêran bikin.

 

Rewanbej.net