Peace Kurdistan-Rewanbej
AŞTÎ DI SARINCÊ DE YE | Nizar Buldan

Tîranê Dewleta Tirk ya dagirker Receb Tayîp Erdogan, bi dawîkirina pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane bi kurdan re wiha pênase kiribû; ‘’Me pêvajoya çareseriyê xistiye sarincê.’’ Diyar e ku pileya sermaya sarincê pir di bin sifrê de ye. Wisa diyar e ku hem aştî û hem jî çareserî ji ber polîtîkayên AKP’ê êdî qeşa girtiye.

Kengî dê ew aştî ji sarincê derkeve û dê çawa derkeve, ne diyar e. Lê ya diyar û aşkera ew e ku tiştê ket sarincê, demek dirêj di sarincê de ma û qeşa girt, êdî tam û ekla berê jê nayê.   Tam sar dibe.

Lewra eger bixwaze heman tamê bide pêwîst e yekî nû bîne û bi kar bîne. Ger na ji ya berê heman tam û heman xweşî  dernayê.

***
Bi taybet di mijara pêvajoya aştiyê de ev tam û çêj hîn sartir bûye. Dagirkeran aştî xistine sarincê û kelekela wan e mirinê dikelînin û dipêjin. Di mijarek wekî ya kurdan de dema aştî hat rakirin ya bê bikaranin, dê  mirin be.
Van dagirkeran wisa kir. Aştî rakirin û li cihê wê mirin danîn. Ken rakirin girî danîn. Xweşî rakirin nexweşî danîn. Hêvî rakirin bêhêvîtî danîn. Ronahî rakirin tarî danîn. Şahî rakirin şîn danîn. Mirinê dibarînin.

***
Ez îro bi qasî zerê derziyê ferqê di navbera Erdogan û Dehak de nabînim. Îro berjenga Dehak wekî ew bixwe be li Erdogan tê. Xwîna dirêjin heman e.
Heta ya Erdogan pileyekê ji ya Dehak bê exlaqtir e. Dehak ji bo birînên xwe, ev zalimê Erdogan ji bo kursî û dewlemendiya xwe vê xwînê wek cihoyê diherikîne. Dehak destê xwe nedida miriyan!… Ev zalimên Erdogan’an, êrişî goristanan  jî dike.
***
Ev zihniyeta heram, ji bo aştî çênebe her tiştî dike. Aştî xist sarincê, gorên miriyan rûxandin, malên cemê û mizgeft teqandin, ji zarokên yek mehî bigire heta pîrên 80 salî kuştin, bombe li dar û berên Kurdistanê barandin û herî dawî jî li ber çavên dinyayê di Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê de bombe di nava aştîxwazan de teqand û ji 100’î zêdetir aştîxwaz qetil kirin.
Dewletê ev komkujî vekirî kir. Di vê komkujiyê de li terorîstên DAIŞ’ê geriyan armanc şaşkirin e. Yek û yek vekirî û bê gûman têkane kiryarê vê komkujiyê AKP û planên Erdogan in.

***
Ev dagirker ewqasî dûrî aştiyê ne, ewqasî biyaniyên aştiyê ne, bi tu awayî naxwazin mirin û kuştin raweste. Ev deh roj e KCK’ê heta encamdana hilbijartinê biryara bêçalakîtiyê daye, lê dewleta tirk ya dagirker hîn zêdetir lez daye kuştin û  xwînrijandinê.

Çawa ku bêçalakîtî hat ragihandin, di serî de Akdodan, Erdogan û Davutoglu bi dest û lingan gotin em bêçalakîtiyê napejirînin.

Berjewendiyên wan di aştiyê de nînin. Berjewendiyên wan di kuştin û xwînê de ne.
Ji ber wê aştî xistin sarincê, kuştin û xwînrêtin zêde kirin.

Nûkirina Dawî : 21 Oct 2015 13:08

Xwendin: 158


Derbarê nivîskarde

Nivîskar Nizar Buldan Kurdekî Oremarî ye. Bi xwe li Gundê Oremarê sala 1982 ê di bin siya zinarên Çarçela, di nav bêhna siyabo de hatiye dinê. Oremar gundek ji wan gundên zozanên çiyayê Geverê ye. Gever; bajarê li ser sînorê welatê parçekiri, bi çiyayê morê û girê şowê xwe dighîne erda rojavayè Kurdistan lê belê rêzeçiyayên ku silavê didine Geverê berdewamiya çiyayên zagrosê ne. Ji aliyê dîtir ve gever di bin parestiana çarçela de ye. Gever wekî kezeba Colemêrgê û xwişka Şemzînanê ye. Nizar Buldan li vê deverê hatiye dinê. Sala 1994 ê heman wekî rêvingiya dîroka Kurdan bû rêvingê riya welatê xwe yê parçebûyî. Ew dîroka ku ji vî erdî diçûne wî erdî, ji vê deverê diçûne wê deverê, ji vî parçeyî diçûne wî parçeyî. Vê carê jî, ji Geverê berbi erda başûrê Kurdistanê ketibûn rê. Di nava axa xwe de bûbûn koçber, bûbûn penaber. Carinan bûbûn biyanî carinan bûbûn mêvan, carinan jî bûbûn xwediyê malê. Zilma dewleta dagirker ew ji erda wan dur xistibû. Ji sala 1994 heya 98 li wargeha Geliyê Qiyametê, Etrûş, Ninova û Nehdaran jiyaye. Ji sala 1998 ê ve li wargeha Ş.Rûstem Cûdî ya Mexmûr dijî. Wekî endamê Koma aştiyê ya sala 2009 ê çûye bakurê Kurdistanê. Hemî dibistanên xwe ji ya destpêkê hetanî bi Akademiya dîrokê û ziman li Mexmurê bidawî anîne. Beşa zanistên siyasî jî li Seleheddin xwendiye. Nizar yek ji wan mirovêne ku dibistanên dagirkeran ne xwendiye. Neha jî bi karên Kurdewarî tevdigere û bo rojname û malperên Kurdî dinivîse.

Leave a Reply