Awropa ji welatiyên xwe daxwaz dike ku whatshapp bikar neynin

Awropa ji welatiyên xwe daxwaz dike ku whatshapp bikar neynin

Piştî ku torbenda civakî Facebookê diyar kir ku Whatsapp kirye ev yek di warê rêzikên rikberiyê de, di serî de li Almanya û li gelek dewletên Awropa bû cihê nîgeraniyê. Siyasetmedarên Awropî daxwaz ji welatiyên xwe dikin ku Whatsappê boykot bikin û torbendên din yên xumalî yên Awropa bikar bihînin.

Roja çarşemê an ku 19/02/2014 torbbenda Facebookê diyar kir ku wan bi 19 milyar dolaran Whatsapp ji hevrikên xwe kirîne. Vê daxuyaniyê di demek kurt de deng veda. Pisporên ewlekariya daneyan û siyasetmedarên Awropî jî diyar dikin ku di vê kirîn û bazariyê de bikarhêner feyde nakin, berovajî Facebook feyde dike.

Brpirsê Ewlekariya Daneyan ya Eyaleta Schleswig Holsteinê, Thilo Weichert welatiyên ku her du torbendan bikar dihînin şiyar dike û daxwaz dike ku torbendên xumalî bikar bihînin. Weichert ji rojnameya Handelsblatt ya Almanî re axivî û diyar kir ku kesên ewlekariya agehiyên xwe û jiyana xwe ya ferdî dihizirin divê torbendên ewle bikar bihînin.

Her weha Weichert daxuyand ku torbenda Whatsappê hêşta di warê teknîkî de ne pêşketî ye û got ku Facebook û Whatsapp dane û agehiyan ji bo hind armancên xwe bikar dihînin.

Her weha Parlamenterê Keskan ya Parlemena Awropayê Philipp Albrecht jî diyar kir ku pêwîste komîsyona Awropayê lêkolînê bike ka ev bazarî û kirîn li gor hiqûqêye yan na. Albrech amaje bi wê yekê kir ku torbenda Facebookê bi kirîna Whatsappê hewl dide di Awropayê de serwer bibe û monopol ava bike.

Albrecht, got ku di rikberiyê de bazar serûbin bûye ji lewra divê Komîsyona Awropayê der barê vê mijarê de biryarekê bide.