Ax Welato | Helbest | Qedrîcan

Ax welato ax welato
Roja me zû lêhato
Bav û birên me çawanin
Çima xeber jê nehato
Îşev min dît xewnek bi tirs
Tu keremke ji min bipirs
Ez carekê despêbikim
Da tu bibîn çi qas bihêrs
Bayekê reş hate ji jor
Li ser min kire borebor
Bigirîn da kaxezek sor
Di nav hebûn du tayên por
Ez çûme cem pîrek zeman
Min got falkê vekî eman
Min daye der ev ruh û can
Derdê min re bibî derman
Pirê bû min rabû ser xwe
Piyana avê daber xwe
Li avê xwend, li min nêrî
Dîsa serê xwe daber xwe
Kaxez bixwîna biran bû
Her du ta porên xwihan bû
Mana wan kur û giran bû
Ji fala pîrê nihan bû
Birayên me têne kuştin
Bixwînên xwe têne şûştin
Xwihan porê şandin
Yanî çima hûn rûniştin
Îro laşê min pir dêşe
Qenç dizanim ji çi dêşe
Lê çi bikim derman nîne
Talî tune bextê reş e
Derman go ez kifş dikim
Bihêvîna xwe geş dikim
Ji dilbirînên wek xwe re
Pelên hewarê reş dikim
Qedrî bibêj û binale
Şînê girêde, bikale
Namûs nema rûmet nema
Ev çi derd û ev çi hale