wpid-wp-1445981887375.jpg
Banga HRRK ji bo hunermendê Kurd Şahin Berzenci

Rojnamevan û karîkaturîstê Kurd Şahin Berzenci beriya Mehekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû girtin û dewleta Tirk eve demeke Kurdên rojava radestî teroristen Daîş dike.

Bi vê boneyê HRRK – Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan bang li hemî dezgeh û saziyên mafê mirovan yên cîhanî û yên herêmî kir.

Banga HRRK wehaye.

ji bo rewanbêj

Bang:
Jiyana hunermendê Kurd Şahîn Berzencî di xeterê de ye

Ji destpêka meha êlûna 2015 an ve, li bajarê Izmîrê, karîkaturçêker û rojnamevanê Kurd Şahîn Berzencî ji hêla polîsên Tirk ve hatiye girtin. Desthilatdarên Tirk ew û hejmareke mezin ji penaberên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê girtine û wan kom bi kom radestî komên çekdarên islamî li Sûriyê dikin. Herwisa ji bo vê radestkirinê Şahîn Berzencî jî li girtîgeha Osmaniye – Düziçi hatiye rawestandin û jiyana wî di bin xetereke mezin de ye. Em hemkar û hevpîşeyên wî di hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê de bang li hemû dezgehên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan dikin, bi taybetî PEN a Kurd, PEN a Tirk û PENa internasyonal, herwisa Amnesty international û rêxistinên din, ku têkevin tevgerê da ku di zûtirîn dem de serbest bê berdan.

Azadî ji bo xêzkêşê Kurd Şahîn Berzencî

Komîta ragihandinê
Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê
27.10.2015

HRRK ÇI YE?
image

Nûkirina Dawî : 27 Oct 2015 22:39

Xwendin: 143