pena_kurd_cizir_mes-600x400.jpg
Banga PEN a Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li ser zilm û zora li Kurdistanê

PEN a Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li ser zilm û wêrankirina li Kurdistanê bang li hemî beşên civakî kirin da ku li himber rewşa heyî bibin yek û dengê xwe bilind bikin.

Tevayiya Bangê wehaye;

Li welatê xwe em jî wekî her milletî dixwazin wekî xwe bijîn.

Li ser xaka welatê me bi sedan sala kuştin û komkujiyên dagirkeran kêm nebûye.
Kengî Kurdan xwestibe mafê xwe yê rewa bijî rastî kuştin, girtin û surguniyê bûye.
Ji Dersimê heta Agiriyê, Ji Mehabadê heta Qamişloyê, Ji Enfalê heta Helepçeyê di nerîn û rêbazên serdestên Kurdan de tiştek nehatiye guhertin.
Îroj jî Kurd li Rojava û Bakurê welêt dixwazin xwedî hin mafê mirovî û neteweyî bin.
Navê vê daxwazê çi dibe bila bibe, naveroka wê çi dibe bila bibe, ji ber Kurd talepkarê vê daxwazê ne ji aliyê dagirkerên Kurdan ve nayê qebûl kirin.
Mixabin berxwedana Kurdan ya li Rojava jî ku li dijî çeteyên Daîşê pêk hatin ji aliyê dewleta Tirkiyê ve wekî xerabiyeke ku li wê dibe dît û bi hemû hêza xwe piştgirî da van çeteyên hov û talanker.
Îroj jî li bajarên Kurdan bi gotina wan “paqijiyeke” mezin dest pê kiriye û dixwazin hemû bajaran talan bikin, demografiya Kurdistanê serûbuno bikin û mirov û bajarên me ji nû ve “dizayn” bikin.
Çawa kuştina mirovan bi destê wan di be, defin kirina miriyên me jî êdî di destê wan de ye. Çawa dikujin wisa jî dema ku ew bixwazin em dikarin miriyên xwe binax bikin!
Ew jî nebû anha bi “zagonên” ku ew derdixin dayikên me, zarokên me û ciwanên me yên hatine kuştin, eger heta sê roja neyên veşartin bi hêza dewletê wan miriyan dinav goristanên “bêxwedî” de dixwazin veşerîn!
Bi ser de dixwazin şaredariyên ku di destê Kurdan de ne ji wan bistînin û pêşkêşî hin derdoran bikin.
Dixwazin parlementerên “xwe” bişînin bajarên Kurdan û wan wekî “nûnerê” Kurdan bidin xuya kirin.
Li gel van hemû neheqiyan emê yek kêliyê serê xwe netewînin û ji wan kirinan re nebêjin erê.
Eger em îroj nepeyivin, eger em îroj ne xwedî sekn û helwest bin heta hetayê bila deng ji me neyê û pênûsa xwe divê pêşî em “bişikînin”.
Li welatê xwe bêguman em xwedî biryara xwe ne ku bê em çi dixwazin, çawa dijîn û mafê me çi ye.
Wekî pêşiyên me, me jî tu carî zor û zulim li tu netewî nekiriye û emê nekin jî. Lê bila dinya alem hemû bizanibe ku neviyên berxwedêrên bi rûmet wê tu carî serî li ber van hovitiya jî netewîne!
Banga me di serî de ji bo hemû rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê ye û paşre jî bo hemû mirovên xwedî nirxên mirovatiyê ye.
Bibin yek li hem ber vê zilma ku li ser serê Kurdan diqewime û heta dawî mafê xwe yê neteweyî û mirovî biparêz in!
PEN a Kurd                                    Komeleya Nivîskarên Kurd

Nûkirina Dawî : 18 Jan 2016 22:48

Xwendin: 379


Derbarê nivîskarde