Barzanî bi ENSK re civiya û daxwaza yekhelwestî kir

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel sekreterên partiyên nav Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bi dawî bû. Şanda ENKS’ê ji sekreterên 11 partiyan pêk hatibû.
Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, partiyên ENKS’ê nêrînên xwe derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên Rojavayê Kurdistanê anîn ziman û herwiha behsa çawahiya karkirinê ligel Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ji Serokê Herêma Kurdistanê re kirin.
Di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku di Kanûna sala borî de, her du encûmenan, ENKS û EGRK li Hewlêrê li ser wê yekê rêkeftibûn ku dê rêveberiya deriyê sînor ê Sêmalka bi awayekî hevbeş be, lê niha rêveberiya wê radestî Kantona Cezîre hatiye kirin û karmendên ser bi ENKS’ê ji wir hatine derxistin.
Di beşekî din ê civînê de, partiyên ENKS’ê tekez li ser yekrêziya gelê Kurd kirin, ligel wê yekê ku hêza beramber wan berevajiya vê bingehê kar dike. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji partiyên ENKS’ê re got ku ew ligel yekdengiya aliyên Kurd e li Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya her biryarekê dike ku hemû alî li ser yek bin.
Barzanî tekez kir ku derbarê pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê de her biryarek, her helwêsteke bi hevdengiya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê derkeve, cihê girîngiyê ye û ew baş dibînin.
Basnews