Bayik heta yekê Îlonê wext da Tirkiyê

Bayik heta yekê Îlonê wext da Tirkiyê

Hevserokê nû yê KCK’ê Cemîl Bayik der barê qonaxa aşitî û çareseriya pirsa Kurd ya Bakûrê Kurdistanê axivî û diyar kir ku her çend ewan ji bo çareseriyê gav avêtibe jî hikûmeta Tirkiyê bersivek pêwîst nedaye û polîtîkayên xwe yên kevn berdewamkiriye. Bayik hikumeta Tirk hişyar kir û got: “Bo pêngavekê bavêjin 1’ê îlonê dema dawiyê ye.

Piştî serokê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar ki ku heger hikumet gavan nevêje ew dê xwe vekêşe vê carê jî hevserokê nû yê KCK’ê Cemîl Bayik demek diyar bo Tirkiyê destnîşan kir. Bayik der barê rojevê de ji bo televizyona Ronahî TV axivî. Bayik da zanîn ku di qonaxa aşitî û diyalogê de ew ketine pêngava duyemîn û ji bo serkeftina vê qonaxê Ocalan bi berpirsyariyek mezin nêzîk dibe. Bayik got: ’Hikûmeta Tirk tenê behsa qonaxê dike û hevdîtina qebûl dike. Ji bilî vê çi pêngavek nehatiye avêtin. Abdullah Ocalan ji bo kar bike 8 komîsyon pêşniyar kir. Xwest ku ev komîsyon bên avakirin û ji bo demokratîkbûn û çaresriyê pêşnûmeyan amade bikin û pêşkêşî meclisê bikin. Bi vê awayî bi gavên demokratîk bihêne avêtin da em bikevin pêngava sêyemîn ya çaeseriyê.

Bayik di axaftina xwe de bang li hikûmeta Tikr kir û got: ’heger bi rastî dixwazin pirsa Kurd çareser bikin me ji bo vê bingeh danaye. Êdî dora wane ku gavan bavêjin, heger nevêjin 1’ê îlronê roja dumahîkê ye’.